Çalakiya xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan dewam dike 2024-08-20 14:47:55     NAVENDA NÛÇEAYAN - Beşdarên koma xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan a li Til Hemîsê diyar kir ku divê pirtûkên  Abdullah Ocalan bên xwendin da ku feraseteke durist çêbe.   Komîteyên perwerdeyê yên saziyên sivîl ên bajarê Til Hemîsê birêxistinkirina komên xwendina pirtûkên PKK'ê Abdullah Ocalan didomînin.   Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratk a bajarê Til Hemîsê bi beşdariya bi dehan şêniyên bajar û gundên wê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî koma xwendina pirtûka sêyemîn a Abdullah Ocalan a "Sosyolojiya Azadiyê" bi rêxistin kir.   Koma xwendinê li avahiya Akademiya Civaka Demokratîk a li bajarê Til Hemîsê, pirtûka Sosyolojiya Azadiyê xwendin û nîqaş kirin.   Beşdaran diyar kir ku ew ê xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan berdewam bikin û di nava gel de belav bikin. Beşdaran îşaret pê kir ku eger mirov bixwaze bigihêje îdelojiyeke durist divê pirtûkên Abdullah Ocalan bixwîne.