TJA: Li dijî şîdetê em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin 2024-08-19 13:56:11     AMED - TJA, DBP û DEM Partiyê derbarê êrişa li hemberî Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît daxuyaniyek da û gotin: "Bi hêza ku em ji dîroka têkoşîna jinê digirin, li dijî şer, tundî, zîhniyeta serdest a mêr, înkar, îmha û asîmîlasyonê têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin."    Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê êrişa li hemberî Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, li ber avahiya Rêxistina DEM Partî ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenter Ceylan Akça Cupolo, rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" destpê kir. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Bahar Peker ve hat xwendin.    Her wiha beriya daxuyaniyê hevseroka DEM Partî ya Bajêr Gulşen Ozer axivî êrişa pêk hatî şermezar kir û got ji îktîdara AKP-MHP'ê natirsin û dê serî netewînin.    Bahar, di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişa li hember Gulîstan Kiliç Koçyîgît û got: “Ev êriş nîşaneya polîtîkayên mêtîngeriyê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Êrişa li dijî rêhevala me Gulîstan Kiliç Koçyîgît êrişeke li dijî vîn, reng, helwest, siyaset û têkoşîna jinê bû. Em rê nadin xespkirina vînê, şîdeta li hemberî jinan, meşandina bêhiqûqiyê û rêbazên zext û zordariyê. Em li mal, li kolan û li meclîsê şîdeta mêr-dewletê qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Dewlet bingehek ji şîdeta li hemberî jinan re vedike, bi edaletê mêr re jî polîtîkayên bêcezahiştinê kûr dike. Em ê li hemberî şîdeta dewlet-mêr bêdeng nemînin û em ê her tim li cem jinan bin û ji têkoşîna xwe paşve gav navêjin. Bi hêza ku em ji dîroka têkoşîna jinê digirin, li dijî şer, tundî, zîhniyeta serdest a mêr, înkar, îmha û asîmîlasyonê têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin."    Daxuyanî bi dirûşma "Em di meclîsê de şîdetê naxwazin" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.