ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-19 09:00:00     *Rojnameger Sînûr Rahman, derbarê polîtîka û qanûnên ku rê li ber şîdet û qetilkirina jinan vedike û goristana "Jinên bê navnîşan" de axivî û got: "Li başûrê Kurdistanê jin ditirse. Jin ji civakê ditirse, ji birayê xwe, ji hevjînê xwe, ji ciranê xwe, ji hizbên siyasî û li dadgeriyê ditirse. Xwe wekî neçirek dibîne ku wek dê bê kuştin. Li Başûr her jinek bêkes e." BI DÎMEN    * Helbestkar Çîmen Adil a ji Rojavayê Kurdistanê ye û helbesta xwe ya ewil li ser bavê xwe nivîsandiye da bal kişand ser ziman û wêjeya Kurdî û got:” Çiqas zext û zordestî li ser zimanê me hebe jî herî kêm mirov bikaribe biaxive û binivîse ev gelekî girîng e. Ji ber ziman û wêjeya Kurdî hebûn û nasnameya me ye. Divê kurd zarok û malbata xwe li ser zimanê Kurdî xwedî bike.” BI DÎMEN    *Jinên ku tevli çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ bûn, diyar kirin ku divê kes li dijî pergala tecrîda Îmraliyê bêdeng nemîne û gotin: “Heta girtiyên li girtîgehan azad nebin, em ê azad nebin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û muzareke ji nûve bên destpêkirin.” BI DÎMEN