HRW: Iraq mafê jin û zarokan davêje rîskê 2024-08-18 19:50:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) der barê hewldanên ji bo sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî de daxuyaniyek da û hate gotin; “Iraq wê bi derxistina vê yasayê gelek peymanên navneteweyî binpê bike, ev yasa wê jinan ji mafên wan bê par bihêle.”   Hêzên Şîe guhertinek ji bo Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê ya bi hejmara 188 ya sala 1959’ê pêşkêşî Parlamentoya Iraqê kirin. Ger ev yasa were pejirandin, wê zewac derveyî dadgehêjî bikarin pêkbên. Her wiha zewaca zarokên 9 salî ji bo keçan û 15 ji bo kuran rewa dike. Di heman demê de mafê xwedîkirina zarok ji destê dayikê digire.   Der barê hewldanên ji bo sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî de, Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) daxuyaniyek belav kir.   Rêxistinê da zanîn ku bi sererastkirina yasayê, mafê jin û zarokan tê binpêkirin, herwiha parlamentoya Iraqê bi erêkirina yasayê, wê gelek peymanên navnetewî jî binpê bike.   Human Rights Watch di daxuyaniya xwe bi ser navê ‘Parlamentoya Iraqê hewl dide zewaca zarokan yasayî bike, bi derbazkirina vê yasayê, mafên jinan û zarokan dikeve metirsiyê’ de wiha tê gotin; “Ger ev yasa were derbazkirin wê Iraq du peymanên navneteweyî ku bi xwe jî îmzekiriye, binpê bike. Ew jî Danezana Mafê Zarokan û peymana nehiştina hemû cûrên cûdahî yên dijî jinan.”   Her wiha hate gotin; “Wê sererastkirina yasayê bibe sedem ku zewac dervey dadgehê jî pêkwerin û zewaca zarokên 9 salî jî rewa bike. Di heman demê de mafê xwedîkirina zarok ji destê dayikê jî tê standin. Mijara zewaca dervey dadgehê, niha li Iraqê pirsgirêkek serekeye û ji ber vê jî di dema 20 salên borî de rêjeya zewaca zarokan bilind bûye. Li gorî rapora UNHCR’ê ji sedî 28’ê jinên li Iraqê, dibin temenê 18 saliyê de tên zewicandin. Herwiha li gorî daneyên nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê, sedî 22’yê zewaca ne qeydkirî ya keçan, dibin temenê 14 saliyê deye. Zewaca dervey dadgehê, jinan ji hemû mafên wan bêpar dihêle û nikarin ji xizmetên hikumetê jî feydeyê bibînin. Maf nade ku zarok di nexweşxaneyan de dayik bibin, bivê re jî jiyana gelek jinên ciwan û kuran dikeve bin metirsiyek cidî de. Herwiha zarokên di encama zewaca dervey dadgehê de ji dayîk dibin, ji mafê nasname û xwendinê jî bê par dibin.”   Di dawiyê de jî hate gotin; “Wê sererastkirin bibe sedema binpêkirina peymanên navneteweyî û bibe sedema ku jin ji mafên xwe yên aborî, civakî û çandî bê par bên hiştin.”