Rola jinan a di şoreş de hat nîqaşkirin 2024-08-18 18:06:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Zêdetirî 200 jinî rola jinan a di şoreşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bandora ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser jinan nîqaş kirin.   Kongra Star bi koordîneya Nivîsgeha Jinan a rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Til Temirê bi armanca şîrovekirina geşedanên dawîn ên têkoşîna jinan li ser asta cîhanê civînek li dar xist.   Civîn li hola Xeyme ya li bajarê Til Temirê bi amadebûna zêdetirî 200 endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin hat lidarxistin.   Endama Meclisa Giştî ya Jinan a PYD`ê ya bajarê Hesekê Ahîn Elî axivî. Ahînê bang li jinên li Sûriyeyê kir ku piştgiriya bidin konfederalîzma jinan û modela Rêveberiya Xweser ji xwe re bikin bingeh.   Ahînê diyar kir ku jinan cihê xwe di qada siyasî, leşkerî û di nava saziyên civaka sivîl de girtine û got: "Tevgerên jinan ên li herêmê armanc dikin ku zihniyeta baviksalariyê, rêbazên tundiya li ser jinan, fihûş û koletiyê tune bikin û bi rêbazên cuda jinan pêş bixin, da ku azad bibin û civakeke demokratîk bê avakirin."   Beşdaran der barê mijarên civînê pirs û nerînên xwe anîn ziman. Hate gotin, jin beriya şoreşê û beriya belavbûna ramanên Abdullah Ocalan paşguhkirî bûm û ji mafên xwe bê par hatibûn hiştin.   Di dawiya civînê de endama Meclisa Giştî ya Rêxistina PYD'ê Ahîn Elî bersiva pirsên beşdaran da.