Bijîşkên Hindistanê 72 saet dem da hikûmetê 2024-08-18 14:46:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên bijîşkan ên li Hindîstanê ku piştî tecawîzkirin û kuştina bijîşkeke jin destpê kirin, berfireh dibin. Bijîşkan 72 saet dem da hikûmetê ku sûcdaran ceza bike.    Li bajarê Kalkuta yê girêdayî eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê 9’ê tebaxê bijîşkek jin a stajyer li nexweşxaneyê hatibû tecawizkirin û kuştin. Piştî bûyer hat bihîst, li gelek deverên Hîndîstanê bijîşk derketin kolanan û hêrsa xwe anîn ziman.   Bijîşkên ku ji zanîngehan heta garajên otobusan çalakî li dar xistin, dirûşmeya, “Em edaletê dixwazin” berz kirin.   Di çalakiyê de her wiha jinan Pankarta “Jin jiyan azadî” ku bi Kurdî û Hîndî hatiye nivîsandin vekir.   Çalakiyên bijîşkan li bajarên Delhî, Haydarabad, Mumbaî û Pune jî hatin lidarxistin.   Yekîtiya Tabîbên Hîndîstanê duh (17 Tebax) diyar kiribû ku ji bilî xizmetên bingehîn ên tenduristiyê ew ê heta 24 saetan tevahiya beşên nexweşxaneyan bigirin û kar nakin.    Yekîtiyê bibîr xist ku ji sedî 60'ê bijîşkên Hindistanê jin in û ji serokwezîr Narendra Modi xwest ku tedbîrên ewlekariyê bigirin.   Malbenda Karê Hevbeş a Bijîşkên Nû ya Hindistanê jî, ragihand ew ê boykota xwe li ser asta welat berdewam bikin û 72 saet dem dan hikûmetê da ku kesên sûcdar bigire.