Rejîma Îranê cezayê girtîgehê da nivîskara Kurd 2024-08-18 14:38:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha rejîma Îranê bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye, salek cezayê girtîgehê li nivîskar û lêkolînera Kurd Mujgan Kawusî birî.   Li gor agahiyên ku ji aliyê rêxistinên mafên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê ve hatine parvekirin, roja 11’ê Tebaxê dadgeha Îranê salek cezayê girtîgehê li nivîskar û lêkolînera Kurd Mujgan Kuwusî ya ji baweriya Yarsan a xelkê Kelardeşt a ser bi parêzgeha Mazenderane, birî.   Beriya niha jî ji aliyê Liqa Yek a Dadgeha Şoreşê ya Sarî ve bi tometa ‘avakirina komên li dijî ewlehiya welat’ û çend tometên din cezayê 39 mehan a girtîgehê lê birîbûn.   Mujgan Kuwusî, di dema destpêkirina xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li mala xwe ya li Kelardeşt hatibû binçavkirin. Piştre bi dayîna kefaleta sê milyar tûmenê Îranê bi awayek demkî heta dema pêvajoya dadgehê bi dawî tê, hatibû berdan.