Jinên Başurê Kurdistanê piştgirî dan kampanya 'ji darvekirinê re na' 2024-08-17 20:30:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Yekîtiya Jinên Başûr bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgiriya xwe ji pêngava ‘Ji Darvekirinê re Na, ji Jiyana Azad re Erê’ nîşan da û ragihand ku desthilata baviksalarî ya kevneperest ji hêz û vîna jinê ditirse, lewma ev desthilata mêr dixwaze tola xwe ji pêşengên şoreşa azadiyê hilîne.”   Tevgera Yekîtiya Jinên Başûr îro li bajarê Silêmaniyê civîneke çapemeniyê lidar xist û piştgiriya xwe ya ji bo pêngava cîhanî ya “Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê” ku li dijî sepandina cezayê darvekirinê li ser jinên çalakvan û girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan da.   Daxuyanî ji aliyê çalakvan û parêzvana mafên jinan Kejal Ebdulqadir ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin; “Weke Tevgera Yekîtiya Jinên Başûrê Kurdistanê, em piştgiriya xwe ji bo kampanyaya cîhanî ya ‘Ji Darvekirinê re Na, ji Jiyana Azad re Erê’ ku li Rojhilata Navîn, Afrîkaya Başûr û Ewropayê li dijî cezayê darvekirinê yên ji aliyê rejîma Îranê ve li ser jinên siyasetmedar û aktîvîstên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê birîn, nîşan didin.”   Her wisa tekezî bi wê yekê hate kirin ku bicîhanîna cezayê darvekirinê nemirovî ye û divê bê rawestandin.   Di dewamê de wiha hate gotin; “Her ku salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nêzîk dibe, zextên rejîma baviksalarî ya Îranê jî zêde dibin. Rêjîmê ji rojên destpêkê yên serhildana şoreşgerî ve gelek rê û rêbazên mîna darvekirin, girtina çalakvanan, êrişa li ser dibistanên keçan, zanîngeh, mal, kolan û hwd dike û ev êriş heta îro jî berdewam dikin.”   Her wiha hate gotin ku “Di nirxandina zext û tundiya rejîma Îranê ya li dijî vîna azadîxwazan de, mirov dikare bibêje ku ‘Desthilatdariya kevneperest a baviksalarî ya rejîma Îranê ji hêz û vîna jinê ditirse.’ Lewma dixwaze tola xwe ji pêşengên şoreşa azadiyê hilîne.”   Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku beriya niha jî cezayê darvekirinê li girtiyên siyasî yên jin yên weke Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn û wiha hate domandin; “Hîn jî metirsiya sepandina heman cezayê nemirovane li ser Werîşe Mûradî û Nesîm û Nesîm Xulam heye. Armanca biryarên rejîmê belavkirina tirsê di nav civakê de û rawestandina şoreşa ku destpêkirî ye.”   Di dawiya daxuyaniya Tevgera Yekîtiya Jinên Başûr de wiha hate gotin; “Li dijî cezayê darvekirinê kampanyayek navnetewî di bin dirûşmeya ‘Ji Darvekirinê re Na, ji Jiyana Azad re Erê’ hatiye destpêkirin. Li Îran, Kurdistan, Ewropa, Afrîkaya Başûr û Rojhilata Navîn gelek çalakgeran piştgiriya xwe anîn ziman. Em weke Tevgera Yekîtiya Jinên Başûr, polîtîkaya dijmirovî ya darvekirina jinên pêşeng ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo vê kampanyaya berfireh radigihînin.”