ÎHD'ê kesên di erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî 2024-08-17 15:32:51     STENBOL - Di erdheja Marmarayê de bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Di ser erdheja Marmarayê re 25 sal borîn. Lê hêj tedbîrên li dijî erdhejê negirtine. ÎHD, daxuyanî da û diyar kir ku mafê her mirovan heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn.     25 sal berê di 17’ê tebaxa 1999’an de li Marmarayê erdhej pêk hat. Li gorî daneyên fermî 17 hezar û 408 kesan jiyana xwe ji dest da. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi minasebeta 25’emîn salvegera erdheja 17’ê Tebaxa 1999’an daxuyanî da. Rêveberên ÎHD’ê li pêş avahiya  xwe ya Beyoglu kom bûn û daxuyanî dan.    Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Oya Ersoy daxuyanî xwend û wiha got: “Di 25 salan de li Çewlîk, Wan, Xarpêt, Îzmîr û Mereşê erdhej pêk hat. Di her erdhejê de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber polîtîkayên aborî yên xwe li ser betonê ava dikin her der kirine qada betonê. Hemû projeyan li ser rantê ava dikin. Di 21 salan de 7 caran îmar efo kirin. Herî dawî di sala 2018’an de beriya hilbijartinên Serokkomariyê “Aştiya Îmarê” pêk anîn. Belge dan 3 milyon û 119 hezar û 947 xaniyên qaçax.     Di erdheja 6’ê Sibatê de derket holê ku îktîdarê tu tedbîr negirtine. Di 25’emîn salvegera erdheja 17’ê Tebaxê de em careke din diyar dikin ku ji sedî 98 em li ser xetên erdhejê dijîn. Têkoşîna li dijî erdhejê erka rêveberiyên herêmî û îktîdara navendî ye. divê avahiyên bi hêz û bajarê bi hêz bê avakirin.”