Kesên ji ber gerandina govendê hatibûn girtin hatin berda 2024-08-16 19:35:29     ÊLIH -  6 kesên ji ber gerandina govendê hatibûn girtin ji girtîgeha Tîpa M ya Êlihê hatin tahliyekirin.   Li navçeya Misirc a Sêrtê kesên bi navê A.T. (17), S.T. (17), Edanur Taşkesen (19) û Tulîn Taşkesen (21) ji ber li ber muzîka Kurdî govênd gerandibûn hatibûn girtin. Kesên hatibûn girtin hatin berdan.   Rêveberên DEM Partî û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber girtîgehê çar jin bikulîlkan pêşwazî kirin.