Li Stenbol û Îzmîrê nobeta li dijî qeyûman 2024-08-15 21:57:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Foça ya Îzmîrê û Stenbolê di nobeda “Ji Îradeyê re Rêzdarî” de ji bo gelê Colemêrgê û girtiyên siyasî banga têkoşînê hat kirin.    Li Îzmîr û Stenbolê ji bo piştevaniya bi gelê Colemêrgê re çalakiya nobedê hat lidarxistin.    Îzmîr   Rêxistinên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM), Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Karkerên Tirk (TÎP) yên navçeya Foçayê nobeda xwe ya hefteyî ya "Rêzgirtina îradeyê" li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Colemêrgê li Qada Demokrasiyê Nîhat Dirim berdewam kirin. Di nobedê de pankarta, "Şaredarî yên gel in. Em ê destûrê nedin îradeya desteserkirin û astengkirinê" û pankarta "Ji faşîzmê re derbas nabe" û "Ji her kesî re edalet" hatin vekirin. Gelek welatî û Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî tevlî nobetê bûn.    Endamê Partiya DEM'ê Mewlûd Ûlgen di çalakiya nobedê de axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên qeyûman û zextên siyasî û aborî yên li ser şaredariyên mûxalefetê hatin cem hev. Mewlûd diyar kir ku ew ji bo gelê Colemêrgê û girtiyên siyasî yên ku vîna wan hatiye desteserkirin edaletê dixwazin. Parlamenterê Partiya DEM'ê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî got, "Ez hemû hêzên ku piştgiriyê didin demokrasî û azadiyê vedixwînim têkoşîna edaletê ya li dijî hikûmeta AKP'ê ya ku meşrûiyeta xwe winda kiriye."   Stenbol   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê di roja 62’yemîn de li Qada Beyoglu Şîşhane nobeda xwe didomînin. Dayikên Aştiyê, Partiya DEM, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û nûnerên gelek partî, sendîka, sazî û rêxistinan beşdarî çalakiyê bûn.     Di çalakiyê de tîşortên "Qeyûm biçe" hat lixwekirin. Pankartên "Qeyûm biçe" û pankartên "Em rê nadin desteserkirina qeyûm", "Bijî berxwedana Colemêrgê" bi 4 zimanan Kurdî, Îngilîzî, Erebî û Tirkî hatin hilgirtin. Her wiha di çalakiyê de pankartên bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî yên “Colemêrg ya me ye” û “Berxwedan Colemêrg, Stenbol bi te re ye” hatin vekirin. Çalakî bi stranên Kurdî û Tirkî, bi çepik û tilîliyan destpê kir.    Welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûn bi stran û çepikan govend gerandin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Her der Colemêrg her der berxwedan e", "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Bijî berxwedana zindanan", "Zext nikarin me bitirsînin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Ji şer re na, aştî niha”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.   Girse piştî axaftinan fenerên telefona xwe vêxist û dirûşmên, “Bila tilîlî û dirûşmeyên me yên îro ji bo berxwedan û têkoşîna me be” berz kirin.    Çalakî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.