Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûman: Wê Gelê Kurd serî netewîne 2024-08-14 23:42:25   STENBOL - Di roja 61'emîn a Nobeda li dijî Qeyûm a ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve hatiye destpêkirin de peyama, “Gelê Kurd serê xwe netewandiye û serê xwe natewîne. Heta ev têkoşîn hebe em ê bi ser bikevin” hat dayîn.   Çalakiya Nobetê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ku li Qada Beyoglu Şîşhaneyê li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê dabû destpêkirin di roja 61'emîn de berdewam dike. Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek nûnerên partî, sendîka, sazî û rêxistinan beşdarî çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de tîşortên "Qeyûm biçe" hat lixwekirin. Pankartên "Qeyûm biçe" û pankartên "Em rê nadin desteserkirina qeyûm", "Bijî berxwedana Colemêrgê" bi 4 zimanan Kurdî, Îngilîzî, Erebî û Tirkî hatin hilgirtin. Her wiha di çalakiyê de pankartên bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî yên “Colemêrg ya me ye” û “Berxwedan Colemêrg, Stenbol bi te re ye” hatin vekirin. Çalakî bi stranên Kurdî û Tirkî, bi çepik û tilîliyan destpê kir. Welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûn bi stran û çepikan govend gerandin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Her der Colemêrg her der berxwedan e", "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Bijî berxwedana zindanan", "Zext nikarin me bitirsînin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Ji şer re na, aştî niha”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.   'Gelê Kurd serî netewandiye û serî natewîne'   Rêvebera navçeya Gungorenê ya DEM Partiyê Nefîse Eren ku ewil li vir mafê axaftinê girt diyar kir ku 61 roj in li Qada Şîşxaneyê kom dibin û got, “Pirsgirêkek heye û em li vir in ku çareser bikin. Em li şaredariyên xwe qeyûman naxwazin. Êrîşên li dijî gelê Kurd ji salên 90’î û vir ve berdewam dikin. Lê belê bi salan e em li dijî van êrîşan li ber xwe didin. Me şaredariyên xwe, çand û nasnameya xwe her tim parastiye û em ê jî biparêzin. Em gelê ku li dijî hemû êrîşan li ber xwe daye û têkoşiyaye. Gelê Kurd li hemberî her zilmê li ber xwe da û serê xwe netewand. Ji niha û pê de serê xwe natewîne."   'Em li pişt rêberê xwe û têkoşîna xwe ne'   Piştre ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Ayşe Sarihan axivî û got, “Ev qeyûm li ser vîna me hemûyan hatiye tayinkirin. Em li ber xwe didin û em ê li dijî vê yekê bisekinin. Em heta nefesa dawî ya jiyana xwe li pişt Rêberê xwe û têkoşîna xwe ne. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."   'Ew nikarin vê nobetê biqedînin'   Di dawiyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk mafê axaftinê girt. Burcugul işaret bi darbeya 12’ê Îlonê kir û got, “Em ê bi darbeyên 12’ê Îlonê re têk necin û hesabê vê yekê bipirsin. Îro ev desthilatdariya ku ji hemû nîmetên faşîzmê sûd werdigire, dixwaze her tiştî tine bike û ji bo ku her tiştî tine bike, qeyûm tayîn dike, di zindanan de dikuje, lê tiştek heye ku ji bîr kiriye, ew ê ev sîstem nikaribe li ber xwe bide.Îro bi her awayî bi tundî û zorê tên ser desthilatdariyê. Kî hat û kî çû? Dîrokê ew xera kirin û avêtin selika çopê. Heya ku em têkoşîna xwe bi hêztir hembêz bikin. Îro ev nobet bi mehan e didome. "Wan nekarîn vê nobetê biqedînin."   Heta ku ev têkoşîn hebe em ê bi ser bikevin'   Burcugul destnîşan kir ku dewlet bi salan e hewl dide gelê Kurd bitepisîne û got, “Bi dehan sal in dixwazin gelê Kurd bitirsînin. Lê hevkêşeya ku îro derket holê ku yek ji wan bi ser neket û nayê ji holê rakirin. Dayikên Aştiyê, ciwan û jin in ku ji bo gav bi gav li vê têkoşînê xwedî derkevin û vê yekê bibînin, bi keda xwe ya bi rûmet. Ew rêhevalên me yên hêja ne ku li taxan derî bi derî geriyane. Em bi pêşengiya we dimeşin. Heta ev têkoşîn û ev partî hebe em ê bi ser bikevin."   Piştî axaftinan çalakî bi dirûşme û gerandina govendê bi dawî bû.