Li ser tecrît û fikrên Abdullah Ocalan li Qamişlo komxebat 2024-08-14 14:25:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarê fikrên Abdullah Ocalan li Qamişlo komxebatek tê lidarxistin di komxebatê de li ser pêwîstiya demê ji derketina  Abdullah Ocalan û çalakiyên pêngava azadiyê nîqaş hatin kirin.    Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê û Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan komxebatek bi navê "Tecrîd û pêşîgirtina fikrên demokratîk û civakî yên Abdullah Ocalan" li bajarê Qamişlo di salona konferansê ya Zaningeha Rojava tê lidarxistin. Gelek rewşenbîr, mamosteyên zaningeh û dibistanan beşdarî komxebatê bûn.   Komxebat dê li ser 4 panelan bi sernavên; ‘Jiyana Rêber Abdullah Ocalan, xebatên Hamleya Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirgirêka Kurd Re Çareserî, êrişên hêzên hegemonîk li ser Rêbertiyê û Konfederalîzma Demokratîk’ bê lidarxistin.   Komxebat bi deqeyekê rêzgirtin hate destpêkir. Piştre têkildarî rûniştina yekemîn, Berdevkê Înîsiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzendê Munzur axivî. Ferzende bal kişand li ser pêvajoya derketine Abdullah Ocalan kir û got: “Gelek kesayetiyên ku beriya serokatî derketin hene. Helbet derketinên wan jî li ser pêwîstiyan bû. Serokên ku cihekî xwe yê hêja di dilê gelan û dîrokê de dihelin ji bo pêşarojeke baş têkoşiyan. Rêber Abdullah Ocalan jî di rewşeke pêwîstiya gelê Kurd de derket. Demeke ku Kurdistan ber bi taritiyê ve diçû derket. Li çar perçeyên Kurdistanê bi polîtîkayên cûr be cûr Kurdan qir dikirin. Li hember van Rêber Apo wekî roniyekê vêket.”   Endama Înîsiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Sûriyeyê Nûha Omer rûniştina dûyem a derbarê xebatên Hamleya Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirgirêka Kurd Re Çareserî de axivî. Nûha, anî ziman ku bi dîlgiritna Abdullah Ocalan re gelek pêngav hatine lidarxistin lê ya 9 Cotmeha 2023`yan cûda ye ku li gelek welatan belavî bûye. Nûha Omer wiha pêda çû: “Gelek xebat hatin lidarxistin û bi hezaran kes tevlî vê bûn. Ji fîlozof, akademisyen, parlamenter, parêzer, berbijêrên xelatên Nobelê tevlî pêngavê bûn. Pêngav li 6 parzemîn û 31 welatên cîhanê belavî bû. Heta niha herî kêm 100 navendên cîhanê tevlîbûne. Li cîhanê jî gelek çalaki hatin lidarxistin ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin, meş hatin lidarxistin. Bi hezaran îmze hatin komkirin, konser hatin dayîn. Bi sedan kesayetên navdar û yên xelata Nobelê girtin name ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şandin. Înîsiyatîfên Erebî jî beşdarî pêngavê bûn. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê destpêkê 107 zîndanan de, girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û 210 rojan domand.”   Nûha, balkişand ser beşdarbûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji pêngava azadiyê re û da zanîn ku heta niha çalakiyên pêngavê didome. Nûha heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên hatine lidardxsitin vegot: “14 Cotmeha 2023`yan de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gel, rewşenbîr, rêxistinên ciwan û jinan, kesayetên navdar beşdarî pêngavê bûn. Bi vê re çalakiyên vedana konan, meş, daxuyanî, semîner, komên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin û pêşengehên pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin.  Çarçoveya pêngavê de Konferansa Hukukî, Tendurîstî li bajarê Reqa ye hate lidarxistin. Pêngava îmzeyan 9`ê Sibata 2024`an hat destpêkirin ku herî kêm 3 mîlyon îmze hatin komkirin. 4`ê Nîsana 2024`an ev îmze ji Encûmeniya Yekîtiya Ewrupa re hate şandin. 13 name ji rêxistinên hukukî û tendurîstî yên cîhanî re hatin rêkirin. 8 name ji welatên cîhanê re hatin rêkirin. Serdana partiyên siyasî yên li herêmê hate kirin. 22 welatên ereban re name hatin şandin. 1030 parezerên Bakur û Rojhilatê Sûriye û Sûriyeyê îmze hatin kom kirin.”   Nûha Omar diyar kir ku wekî di çalakiyan de jî diyar dibe ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan li her cihê cîhanê belavî bûye û got: “Di zaningehan de paradigmaya Rêbertî wekî materyal tên destgirtin. Tevlîbûna van çalakiyan gelekî girînge. Divê gelê me jî bi xurtir tevlî pêngavê bibin.”    Her wiha komxebat ji çapemeniyê re girtî, bi rûniştina 3'yem berdewam dike.