TJA: Em destkeftiyên xwe qurbana hesabên erzan nakin 2024-08-14 13:29:14     AMED - TJA, derbarê îstîfaya hevşaredarê Avkevir a Agiriyê de daxuyaniyek da û got: "Em bang li jinan dikin ku li dijî polîtikayên dijminatiyê cem hev bin û têbikoşin."   Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê îstîfaya hevşaredarê Avkevir a Agiriyê Mehmet Alî Budak de daxuyaniyek nivîskî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hevşaredarên Avkevir a Agiriyê, Bêrecûka Rihayê û bajaroka Aviskê ya Qûbîna Êlihê îxanetê hilbijêrên xwe yên Kurdistanê kirin.  Bi taybetî jî ya Avkevirê ya ku bi banga îktîdarê li ser xeta îxanetê ve çû û hevşaredar Cemîle Duman qebûl nekir Pergala jinan esas negirt û polîtîkayên tehdîtê li hember hevşaredara me û malbata wê da meşandin.   Jinan bi salan e li dijî pergela serdest a mêr têkoşînek dide û gelek destkeftiyan bi dest xwistiye. Em ê li dijî êrişên pergala hevserokatiyê bêtir xwe birêxistin bikin, li dijî diminatiyê kurd têbikoşin. Em destkeftiyên xwe qurbana hesabên erzan nakin jî. Di avakirina jiyana azad a jinê de em bang li jinan dikin ku li dijî polîtîkayên dijminatiyê ya îktîdarê ya li hemberî jinan bên cem hev."