'Em ê li dijî êrişan berxwedana xwe geş bikin' 2024-08-14 09:05:46   Mîdye Miqted   ŞEHBA - Jinên li Şehbayê yên li dijî êrişên dewleta tirk bertek nîşan dan bi lêv kirin ku ew ê li dijî êrişên dewleta tirk berxwedana xwe geş bikin û wiha gotin:"Ev bû 7 sal in ku em di van qampan de tevî şer, alozî û mercên giran li berxwe didin. Lê belê dîsa jî me bi carekê dest ji berxwedana xwe berneda. Îro em ne ew civaka berê ne ku li hemberî dagirkerî û desthilatdariyê serî bitewînin, îro em li ser piyan e û li ber xwe didin."   Dewleta tirk û komên girêdayî wê piştî ku bajarê Efrînê kirin binê kontrola xwe û xelkê wê bi darê zorê koçber kirin jî êrişên xwe dewam dikin. Ji sala ku Efrîn ket destê çeteya û heta niha êrişên li ser ziman, çand û xwezaya gelê kurd dewam dike. Êriş her tim li naveça Şêrewa û gundên Şehbayê tên kirin. Her wiha êriş li dijî wargeha penaberan a bi navê "Veger" jî tê kirin.    Jinên bi darê zorê ji ser axa xwe hatine dorpêçkirin li Şehbayê nerazîbûnên xwe yên li dijî êrişan anîn ziman û gotin ew ê tu carî li dijî êrişan serî netewînin.    'Em ê li dijî êrişan berxwedana xwe geş bikin'   Ji xelkê kantona Şêrewa Zeyneb Hec Xelîl nerazîbûna xwe ya li dijî êrişan nîşan da û wiha pê de çû:"Em weke xelkê kantona Şêrewa her bi êrîşên dewleta tirk a dagirker rû bi rû dimînin. Ji ber ku berxwedana ku îro em li vir didin meşandin bûye tirsek di dilê dijminan de û ji bo ku dewleta tirk berxwedana gel li vir dawî lê bîne êrîşên xwe dide dewamkirin. Lê gel jî li hemberî hemû cure êrîşan biryara ku dest ji axa xwe berdin didin. Em her roj bêhtir bi axa xwe ve tên girêdan. Em ê li dijî êrişan berxwedana xwe geş bikin."   'Em dev ji têkoşînê bernadin'   Cîhan Îsa Mustefa jî bertek li dij êrîşan nîşan da û wiha got:"Dewleta tirk bi tanq û topên xwe êrîşan bi ser gelê sivîl de dide dewamkirin. Bi hemû cureyan hewildana li hemberî têkoşîn û berxwedana gel dide lê bi taybet em weke gelê kurd dest ji axa xwe bernadin. Li hemberî êrîşan em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ji ber ku îro dewleta tirk ne tenê li vir êrîşî me dike her wiha êrişî zevî û xwezaya me jî dike. Agir berdide zeviyên me. Her derê dişewtîne lê bila dewleta tirk baş bizanibe ger çiqas êrîş bike û warê me talan bike jî em dest ji vê axê bernadin."   'Îro em li ser piyan e û li ber xwe didin'    Her wiha ji kampa Vegerê Dilîvan Îbiş jî da zanîn ew ê li dijî êrişan her tim li berxwe bidin û wiha pê de çû:" Ev bû 7 sal in ku em di van qampan de tevî şer, alozî û mercên giran li berxwe didin. Lê belê dîsa jî me bi carekê dest ji berxwedana xwe berneda. Îro em ne ew civaka berê ne ku li hemberî dagirkerî û desthilatdariyê serî bitewînin, îro em li ser piyan e û li ber xwe didin."   'Em ê li ber xwe bidin heya ku em vedigerin warê xwe'   Di berdewamiya axaftina xwe de Dilîvanê behsa cureyekî din ê ji mêtîngeriyê kir û wiha got:" Şewitandina darên li Efrînê jî yek ji cureyên mêtingeriyê ye. Ji dema ku em ji bajarê xwe bi darê zorê koçber bûne û heya roja me ya îro dewleta tirk û çeteyên wê bi hemû cureyan êrişan li ser me dikin. Êrişan bi ser ziman çand huner û xwezaya me de tînin. Di dawiyê de jî bi hezaran darên zeytûnê dan ber agir. Ev yek jî ji ber ku dewleta tirk baş dizane ku gelê kurd bi çandiyê ve girêdayîne û dixwaze wiha zirarê bidin me. Lê em ê jî heya dawiya çirkeya jiyanê li ber xwe bidin heya ku em vedigerin warê xwe."