Li Îranê jina ciwan a bi hinceta hîcabê hat gulebarankirin felç bû 2024-08-13 12:58:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Nur ê Îranê Arezoo Bedrî ya 31 salî ku dayika 2 zarokan e, bi hinceta pîvanên hîcabê binpê kiriye ji aliyê polîsan ve bi guleyê hat birîndarkirin. Piştî êrîşa ku di meha Tîrmehê de pêk hatî jina ciwan ji pişt û jêr ve felç bû.   Dayika du zarokan Arezoo Bedrî, di 22'ê Tîrmehê de dema bi xwişka xwe re li bajarê Nûr ê li bakurê Îranê ber bi wesayîta xwe ve diçû, bû hedefa êrîşa polîsan.   Çapemeniya Îranê, weke hincet ragihand ku jin li gorî hişyariya polîsan a raweste tevnegeriya ye hatiye gulebarankirin.    Çavkaniyek ji BBC’yê re axivî û anî ziman ku polîs ewil li lestîka wesayîtê û piştre jî lingê ajokara jin xistiye.    Hat diyar kirin ku gule li pişika Arezoo Bedrî ketiye û di encamê de xisareke mezin li mejîpişta wê pêk hatiye.   Jina ciwan rakirin nexweşxaneyeke bajarê Nûrê û piştre ji bo emeliyatê birin bajarê Sari. Piştî hefteyekê jina ciwan sewqî Tehranê hat kirin û piştî 10 rojan gule ji laşê wê hate derxistin. Jina ciwan ji ber êrîşa polîsan ji pişt û jêr ve felç bû.    Li nexweşxaneyê tenê ji bo demeke kurt destûr hat dayîn bi malbata re hevdîtin bike û telefona wê hate destserkirin.   Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di 16'ê Îlona 2022'yan de bi hinceta li gorî rêgezên hîcabê tevnegeriya, li Tehranê ji aliyê polîsê exlaqê ve hat binçavkirin û qetilkirin. Ev bûyer bû sedema serhildaneke ku bi mehan dirêj bike. Ev serhildan wekî serhildana "Jin Jiyan Azadî" di bîran de ma.