Rêxistinên jinan ên başûr bertek nîşanî guherîna zagonê dan 2024-08-12 16:01:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan li dijî hewldanên ji bo guherîna zagona kesî bertek nîşan dan û diyarkirin ku erêkirina vê zagonê tê wateya vegerandina serwerî û desthilata dezgehên olî ya kevin a bi aqlê mêrsalariye û anîn ziman ku divê pêşî li vê bê girtin.   Li navenda Hizba Komînîst a Kurdistanê ya li Silêmaniyê, Rêxistina Jinên Zehmetkêşan ên Kurdistanê, Rêxistina Komeleya Afretên Kurdistanê û Rêxistina Geşepêdanên Kurdistanê, li dijî hewldanên ji bo guhertina di zagona kesî ya jimara 188 ya sala 1959’an ya Iraqê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de ji bo rawestandina hewldanên kûrkirina zihniyeta mezhebî û mêrserwer, banga xurtkirin û zêdekirina zextên giştî hate kirin.   Daxuyanî ji aliyê çalakvana mafê jinan Sebriye Reşîd ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Projeya guhertina zagonî ya kesayetî ya li Parlamentoya Iraqê hewleke ji bo vegerandina serwerî û desthilata dezgehên olî ya bi aqlê mêrsalarî ye. Guhertina di zagonê de ku pêşkêşî Parlamentoyê hatî kirin, ne di berjewendiya civak, hevsengiya jin û mêr û parastina malbatê de ye. Hemû hewldanên ji bo guhertina di zagonê de û rakirina wê, di çarçoveya kampanyayek rêxistinî de ye ku li dijî berjewendiya civaka sivîl û ji bo paşveçûnê kar e.   Em wek rêxistinên jinan piştgiriya parastina zagona kesî ya jimara 188 ya sala 1959 a Iraqê dikin. Ji bo wê em bang li jinan û civaka sivîl dikin ku bi zext û hewldanek zêdetir rêgirî li hewldanên ji bo guhertina vê zagonê tê kirin, bikin ku ji parlamentoyê re neyê derbaskirin.”