Dadgeha Tahranê 6 sal ceza li rojnamevanên jin birî 2024-08-12 14:04:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Temyîz ya Tahranê, 6 sal cezayê girtîgehê da girtiyên jin ên rojnamevan Nîlufer Hamadî û Elaha Mohammadî.   Dadgeha Temyîz ya Tahranê 6 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Nîlufer Hamedî û Elaha Mohammadi birî.   Parêzerê Nîlufer Hamedî, Parto Burhanpor û Hojjat Kermanî û parêzerê Elaha Mohammadî Şahabeddîn Mirlohî di daxuyaniya dûh dayî de cezayê ku bi biryara Dadgeha Temyîz ya Tahranê ji herdû jinên rojnamevan re hatiye dayîn piştrast kir.   Parêzeran diyarkirin ku di qonaxa yekem ya dadgeha rojnamevanan de cezayê 25 salan yê girtîgehê hatiye dayîn û wiha gotin: “Rojnamevanên jin ji sûcên ‘hevkariya bi hikumetên biyanî re’ beraat kirin û derbarê wan de 5 sal cezayê girtîgehê dan. Di heman demê de bi îdeaya ‘xebatên propagandaya li dijî rejîmê’ salek cezayê girtîgehê dan. Her yek ji jinên rojnamevan 6 sal cezayê girtîgehê girt.”