Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya 'azadiyê' 2024-08-11 15:40:55     STENBOL - MATUHAY-DER û xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar xistin.   Komeleya Piştevanî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) û xizmên girtiyan çalakiya xwe ya bi navê “Deng bide azadiyê” ku di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin berdewam kirin. Çalakiya ku li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat lidarxistin, bi piştgiriya gelek sazî, rêxistin û partiyên siyasî û tevlîbûna zêde ya welatiyan bal kişand. Di çalakiyê de pankarta "Ji bo aştiya civakî û şikandina tecrîdê deng bide azadiyê " hat hilgirtin.   'Heta binpêkirinên mafan bi dawî bibe em ê bidomînin'   Hevseroka MATUHAY-DER'ê Dîlek Sonmez Demîr ku ewil li ber girtîgehê daxuyanî da got, "Weke her hefte em ji bo tecrîda li ser girtîgehan 10 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk tînin. Ji bo tecrîda li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û heta binpêkirina mafan bi dawî bibe em ê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Em ê heta wê demê vê yekê bidomînin."   Bi çepik û tilîliyan bi dawî bû   Piştre çalakiya rûniştinê destpê kir. Di çalakiya rûniştinê de tevî çepik û tilîliyan dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Zext nikare me bitirsîne", "Bijî berxwedana zindanan", "Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe", “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” hatin berzkirin.   Çalakiya rûniştinê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.