Jinên Efganistanê: Divê edalet pêk were 2024-08-11 15:23:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera jinan a ji bo Azadiyê di daxuyaniya der barê salvagera sêyem a hatina Talîbanê ya ser desthilatdariyê de li Efganistanê da de diyar kir ku heta edalet pêk neyê, wê dest ji têkoşînê bernedin û bang li civaka navneteweyî kir.   Talîbanê di 15’ê Tebaxa 2021’ê de rêveberiya Efganistanê xist destên xwe. Xebata yekem a Talîbanê ew bû ku hemû qadên jinan tune bike. Di ser guherîna rêveberiya Efganistanê de sê sal derbas bûn. Tora Beşdariya jinên Efganistanê di Siyasetê de û endamên Tevgera ji bo Jinan Azadî, di 10’ê Tebaxê de ji bo şermezarkirina pêkanînên Talîbanê çalakî li dar xistin.   Di çalakiya ku Tora Beşdariya Jinên Efganistanê di Siyasetê de li dar xistin de jinan dovîzên “15’ê Tebaxê hatina Talîbanê, di dîroka Efganistanê de rojeke reş e” hilgirtin, banga hestiyariyê li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kirin û bal kişandin ku di nava sê salên dawî de jinên Efganistanê ji hemû mafên xwe yên bingehîn û azadiya xwe bêpar mane.    ‘Em ê dest ji têkoşînê bernedin’   Tevgera Jinan a ji bo Azadiyê di protestoyên li dar xist de wêne û dîmenên çalakiyê di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de parve kir û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî hat kirin û ev tişt hat gotin: “Em di têkoşîna xwe ya li dijî komên terorîst de, hikumetek ku me jinan bi tenê nehêle, ji wekheviya jin û mêr bawer dike, ji bo pirsgirêkên li Efganistanê heyî çareserî were dîtin dixwazin. Di destpêkê de jin heta ji bo hemû beşên Efganistanê edaleta civakî neyê pêkanîn em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    ‘Naskirina Talîbanê terorîzma kureyî rewa dike’   Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pirgirêkên ku gelê Efganistanê dijî û wiha hat gotin: “Îro gelê Efganistanê rû bi rûyî xizanî, bêkarî, tundiya sîstematîk a ku belav bûye û zextek heta niha nehatiye dîtin e. Salvegera sêyem a Komara Efganistanê nêz dibe. Em li dijî cihêkarî, zordarî û bi temamî dûrxistina jinan têdikoşin. Em weke Tevgera Azadiya jinan dixwazin civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî Talîbanê nas bikin. Ji ber naskirina Talîbanê û danîna têkiliyên pê re, terorîzma kureyî rewa dike.”