Kovara Jin bi sernavê 'Kesayeta şerê li dijî jinê' derket 2024-08-11 10:25:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jin bi sernavê “Kesayeta şerê li dijî jinê” derket.   Hejmara 76'an a Kovara Jin ku her hefte tê weşandin, bi berga "Kesayeta şerê li dijî jinê" derket. Di hejmara nû de jinan bal kişandin ser şer û bandora wê ya li ser jinan.   Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:   * Guhertina şer, guhertina siyaseta aştiyê - Hulya Osmanagaoglu   * Şer û jin - Feray Yilmaz Mertoglu   * Pêşî jinan azad bikin û bi hêz bikin! - Zozan Sîma   * Dengên jinên Filistînî - Helena Zelic û Tica Moreno   * Jinên Venezuelayî, femînîzm û avakirina hêza populer - Ana Priscila Alves û Bianca Pessoa   Hûn dikarin ji vir xwe bigihînin temamiya kovarê.