Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin 2024-08-10 15:04:33   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê û xizmên windayan, li Amed, Êlih, Colemêrgê xwestin faîlên 17 kesan di sala 1993’yan de li navçeya Dîgora Qersê qetil kirine, werin cezakirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan, li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin li dar xistin.   Amed    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 809’emîn a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” domandin.  Malbatan û parastvanên mafên mirovan, hatin li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyoluyê ya li navçeya Rezanê û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên 6’ê wan zarok  17 kesên di 14’ê tîrmeha 1993’yan de, li dijî ferzkirina cerdevantiyê, ambargoya xurekan û serdagirtinên malan meş lli dar xistine û di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest dane, hatin pirsîn.    Endama Lijneya Rêberiyê ya ÎHD’Ê Berfîn Elçî metna daxuyaniyê xwed û bi bîr xist ku hezaran kes ji bo protestoyê bikin ber bi Dîgorê ve meş li dar xistin. Berfîn diyar kir ku hêj 2 kîlometre ji Digorê re mabûn, polîsên tîmên taybet pêşiya girseyê girtin û bêyî hişyariyê bikin, welatiyan gulebaran kirin û wiha got: “Di encama gulebaranê de 6’ê wan zarok 17 kes jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn. Derbarê 8 polîsên tîma taybet de doz hate vekirin û polîsan di parastinên xwe de îdia kirin ku di nava girseyê de bi roket û demanceyan êriş li wan hatiye kirin. Piştî komkujiyê ji kovikên xalî yên guleyên çekên polîsan bêhtir tiştek peyda nebû. Di biryara derbarê polîsan ya sala 2006’an de hat gotin ku polîs di çarçoveya ‘mafê xweparastinê de tevgeriyane’ û ji bo wan biryara beraetê hate dayîn. malbata 7 kesên jiyana xwe ji dest dane bi sedemên “Binpêkirina mafê jiyanê”, “Nemeşandina lêpirsînekî bibandor”, “Darizandina demdirêj” dozê birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME’yê Tirkiyeyê mehkûmî tezmînata madî û manewî kir. Darizandina kesên di komkujiyê de birîndar bûne li DMME’yê hêj jî didome.” Berfîn destnîşan kir ku heya faîlên komkujiyê tên darizandin ew ê çalakiyê xwe bidomînin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Êlih    Li Êlihê jî ÎHD’ê û xizmên windayan di 645’êmîn hefteya çalakiya xwe de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîn werin darizandin” hate vekirn. Tevî gelek parastvanên mafên mirovan, reveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Derguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA) tev li çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de aqûbeta Haci Ahmet Er ê di 15’ê tebaxa 1995’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatiye revandin û careke din agahî jê nehatiye girtîn hate pirsîn.    Çîroka Haci Ahmet Er endamê ÎHD’ê parêzer Sînan Îslam Gegîn xwend. Çîroka Haci Ahmet Er ê hatiye windakirin wiha ye: Haci Ahmet Er li gundê Kuruderê dijiya. Di navbera leşkerên di 15’ê tebaxê li gund operasyon dane destpêkirin û PKK’iyan de pevçûn derdikeve. Fermandarê leşkerî ji gundiyan dixwaze ku demldest gund vala bikin nexwe ew ê fermanê lêdanê (gule) bidin leşkeran û gefê li gundiyan dixwin. Piştî demekî leşker bi ser gund digirin. Kurê Haci Ahmet Er, Adnan Er ji bo tiştên xwe bar bikin diçe li gundê rex Blêcanê da ku hestiran bîne. Dema Adnan diçe di navbera her du gundan de dengên guleyan tê bihîstin. Bi ser vê yekê malbat ji bo Adnan dikeve gumanan.    Haci Ahmet Er û birayê wî Haci Mîrap Er li pey Adnan diçin gundê Blêcanê. Leşkerên derketine operasyonê birayên Er binçav dikin û dibin Qereqola gundê Serêsêvê. Haci Mîrap Er ê piştî çend rojan ji îşkenceyên giran derbas bûye, bi şertê terikandina gundê xwe tê berdan. Lê belê careke din ji Haci Ahmet Er agahî nayê girtin. Çend sal şûn de ji bo aqûbeta Er were dîtin doz tê vekirin lê belê ji vê hewldanê jî tu encam dernakeve. Haci Ahmet Er ev 27 sal in winda ye û aqûbeta wî hêj jî nayê zanîn.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Colemêrg    Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" di hefteya 135'an de li Kolana Hunerê a navçeya Geverê hatin cem hev.  Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin û wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin.   Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Abdullah Kançî yê ku di sala 1994'an de li Geliyê Doskî ya Geverê dema sewalên xwe diçêrand û ji aliyê leşkerên Tûgaya Boluyê yên li herêmê operasyonê dabûn destpêkirin hat binçavkirin û aqûbeta wî nehat zanîn hat pirsîn. Di çalakiyê de rêveberên Rêxistina Navçeya Geverê ya DEM Partî, DBP, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî piştgirî dan çalakiyê. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Sîbel Çapraz ve hat xwendin.   Sîbel piştî çîroka Abdullah xwend wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serlêdana malbatê ya li Serdozgeriya Komarê ya Geverê bi hinceta 'cihê dozgeriyê nîne' hat girtin. Hemû serlêdanên din jî hatin redkirin û dosya li bendê ma û hat girtin. Çarenûsa Abdullah Kançî jî nediyar hat hiştin. Em parêzvanên mafên mirovan dê li hemberî îşkence û qetilkirina Abdullah Kançî jî li aliyê edaletê dengê xwe bilind bikin. Em ê ti carî dest ji daxwaza edaletê ya Abdullah Kançî û hemû windayan bernedin.     Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.