YE bersiv da dosyaya TAJÊ ya ji bo darizandina berpirsên fermanê 2024-08-10 09:42:49   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ beriya salvegera fermana 74’an ji bo darizandina PDK’ê û hemî berpirsên fermanê dosya û nameyek ji gelek cihan re şandibû. YE bersiv da TAJÊ û diyar kir ku belge û nerînên di dosyayê de hatine pêşkeşkirin dê werin nirxandin.   Di çarçoveya 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo darizandina PDK’ê û berpirsên fermana 74’an a li ser civaka Êzidî pêk hat, dosyayek li ser kiryarên PDK’ê amade kiribû, ji welatên ku jenosîdê nas kirine, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Serokê Iraqê Sudanî û Wezirê Karên Derve yê Elmanyayê re şandibû. Ligel dosyayê nameyek ku sedema şandina dosyayê tê de tê vegotin jî hat şandin.  Yekitiya Ewropayê (YE) bersiv da nameya TAJÊ.    Di bersivê de hat diyarkirin ku dema Nûneratiya Pêwendiyên Parlamentoya Ewropayê ya Iraqê re (D-IQ) hat avakirin, ew ê tavilê name û dosyaya wan ji bo nirxandinê ji serokê nû yê were hilbijartin re bişînin.   Berfirehiya nameyê wiha ye:   “Jin û mêrên bi rêz,   Spas ji bo name û parvekirina rapora berfireh li ser bûyerên trajîk ên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka Êzidî hat kirin.   Yekitiya Ewropayê tundiya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin, bi tundî şermezar kir. Wek piştgirek demdirêj a maf û parastina civaka Êzidî, YE ku her dem ji bo mafên civaka Êzidî werin parastin hewl dida, ji bo teşwîqkirina hesabpirsîna hovîtiya ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin ji hewldanên navneteweyî re pêşengiyê dike.   Li kêleka nameya we me dosyaya ku şandiye jî girt. Agahî û nêrînên ku we pêşkêş kirine gelek bi qîmet in. Dema Nûnertiya Pêwendiyên Parlamentoya Ewropayê ya Iraqê (D-IQ) hat avakirin, em ê tavilê name û dosyaya we ji bo nirxandinê ji serokê nû yê were hilbijartin re bişînin.”