Çalakiya 'Deng Bidin Azadiyê': Bila tecrîd rabe 2024-08-09 16:25:31     WAN - Xizmên girtiyan ên di çalakiya "Dengê Bidin Azadiyê" de hatin cem hev, diyar kirin ku ji aliyê Wezareta Edalet û Tenduristiyê ve sûc hatiye kirin û xwestin tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.   Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Wanê (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan re, di çarçoveya çalakiya "Deng Bidin Azadiyê" li ber Rêxistina Navçeya Reya Armûşê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Deng bidin zindanan" hatin hilgirtin, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Harûn Okay, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ya Wanê Gulşen Kurt, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê û gelek kes tevlî bûn, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî amade bûn. Rêveberê DBP'ê Hasan Şahîn daxuyanî xwend.   'Wezareta Dad û Tenduristiyê sûc dike'   Hasan, anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyeyê mafê jiyan û tenduristiyê di bin xeteriyê de ye û diyar kir ku divê girtiyên nexweşên giran û zarokên li girtîgehan bên berdan. Hasan got, “Ji bo parastina mafên girtiyan ên tenduristî û jiyanê, bi mehan e bersiv ji daxwazên nexweşxane û muayeneyê re nayê dayîn. Wezareta Dad û Tenduristiyê re sûc dike. Berpirs AKP ye. Salê zêdetirî 100 girtî û mehkûm di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin."   'Rewşa nebûna mutleq a ragihandinê bi awayekî derqanûnî dewam dike'   Hasan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de bêhiqûqiya mutleq bi awayekî bêhiqûqî dewam dike. Hasan got, "Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve herî dawî bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hat, 397 jê parêzer û 177 jî malbat in, bi giştî 574 serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê dane. Di nava vê hefteyê de jî, daxwazên nû yên nêrîna parêzer û malbatê hatin eşkerekirin. Lê belê ev hemû serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi 'cezayên dîsîplînê' bêyî hincetek diyarkirî hatin redkirin."   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.