Li Îranê îşkence li girtiyên jin hat kirin 2024-08-09 16:04:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Vakilabad a bajarê Meşhedê ji ber nerazîbûna li dijî şert û mercên girtîgehê protesto kirin îşkence li wan hat kirin û cezayê ragihandinê li wan hat birîn.   Girtiyên jin ên li Girtîgeha Vakilabad a bajarê Meşhedê ya Îranê li dijî şert û mercên girtîgehê nerazîbûn nîşan dan. Hate diyarkirin ku li hemberî bertekên girtiyan bi tundî mudaxele hatiye kirin û jinên girtî li ser nivînan hatine kelepçekirin û ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve îşkence li wan hat kirin.    Li gorî agahiyên ku ji malbata yek ji girtiyên li Girtîgeha Vakilabad a Meşhedê; Girtiyan du caran şert û mercên nebaş ên girtîgehê protesto kirin. Dema ku nerazîbûna ewil hat kirin, li ser talîmata midûrê girtîgehê ji aliyê gardiyanan ve tundiya fîzîkî li wan hatiye kirin û ji aliyê nexweşxaneya girtîgehê ve nehatine dermankirin.   Di encama çalakiya duyemîn de deriyên hucreyên girtiyên jin herî kêm 8 saetan hatin girtin û di encamê de çûnûhatina hemam û nexweşxaneyan hat qedexekirin. Her wiha cezayên dîsîplînê li hin girtiyan hat birîn û mafên wan ên hevdîtin û ragihandinê hatin girtin.   Jinên girtî bi nivînan ve hatin girêdan û îşkence li wan hat kirin   Her wiha bi fermana midûriyeta girtîgehê komek girtiyên jin ji bo beşa Asayîşê ku navenda îşkenceyê ya girtîgehê ye, hatin veguhestin. Li vir dest û lingên jinan li ser nivînan kelepçe kirin. Hat ragihandin ku jinên ku bi vî awayî îşkence li wan hatiye kirin tenê ji bo xwarinê destekî wan vekiriye. Her wiha tê diyarkirin ku jinên di vê hucreyê de neçar bûne ku timî hebên xewê bixwin.