Xelkê Şengalê: PADÊ îradeya me ye 2024-08-09 14:55:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî saziyên xwe ji bo PADÊ meşiyan û gotin ‘PADÊ îrade ya me û kes nikare destkariyê di îrada me de bike.’   Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi sedan xelkê Şengalê ji bo piştgrtiya bi PADÊ’ê re, meşek lidarxistin. Piştî meşê Şengaliyan bi daxuyaniyekê biriyara girtina PADÊ şermezarkirin û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin da ku biriyara xwe hilweşîne.   Meşê ji ber avahiya Detseteya Rêveber a Şengalê bi dûşmeyên ‘ PADÊ’ê îradeya me ye’, ‘bimîre îxanet’, ‘bijî berxwedana Şengalê’ her wiha bi bilndkirina alên PADÊ’ê dest pê kir. Di meşê de bi sedan kes tevî nûnerê sazî û rêxstinên Şengalê, serok eşîrên civakê amade bûn.   Meşa gel heya ber avahiya hêzên ewlekariya Niştimanî ya Iraqê (Emin Elwetenî ) dewam  kir. Li vir Şengaliyan bi daxuyaniyekê daxwazên xwe gihandin Hikûmeta Iraqê.   Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayf Şemo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de dawaz ji hikûmeta Iraqê hate kirin da ku biryara girtina PADÊ hilweşîne û rê bidin civaka Êzidî jî mîna hemû civakên din nûnertiya xwe ya siyasî bikin û xwe bi xwe bi rê ve bibe.   Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em wek gelê Şengalê ji destpêka fermanê ve û di dîrokê de jî me herdem xwe beşek ji Iraqê dîtiye û liber vê axê de me bedel dane. Em wek alîgirên PADÊ daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, dest ji vê biryarê berde û daxwazên gel esas bigire. Ev biryar nakeve xizmeta gelê me û em bi hemû hêza xwe li dijî biryarek bi vî awayî ne, ji ber ku PADÊ tekane partiya siyasi ya ku dikare daxwazên xelkê me bi awayekî rast bigihîne cihên peyîwendîdar.”   Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê hate kirin daku nekeve xefika dewleta Tirk û PDK’ê û  wiha hate gotin: “Ev biryar ne di berjewendiya gelên Iraqê deye, belkû liser daxwaza dewleta Tirk û hevakrên wê PDK’ê pêk hatiye. Pêwîst e hikûmeta Iraqê vê yekê bizanibe û xwe ji van pilana dûr bike.”   Piştî daxuyanî bidawî bû gel seredana navenda PADÊ ya li Şengalê kirin û piştgrtiya xwe ji bi partiyê dan diyarkirin.  Gel ji aliyê rêvberiya PADÊ ve hate pêşwazîkirin û spasiya gel kirin.