Bi êrişên dewlata tirk zarokek birîndar bû 2024-08-09 13:19:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bajarê Şêrewa û Şera ê Efrîn û derdora bajarokê Til Rifatê topbaran kir. Di encamê de zarokekê 15 salî birîndar bû.   Dewleta Tirk li xeta Şêrewa gundê Meyasê, derdora gundê Bircqasê, Soxanekê, Bênê, derdora gundê Ziyaretê, Dêr Jimêl, derdora Kampa Şehba ku li Kiştearê ye, Tinib, Kiştear, her wiha xeta Şera; Şêwarxa, Merenaz, Malikiyê, Elqamiyê, Til Rifat û derdora gundê Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê topbaran kir.    Di encama topbarana li ser Kampa Şehbayê ya li Şêrawayê zaroka bi navê Lîlav Elî Bekir a 15 salî birîndar bû.