Tehliyeya Sermîna ku ev 30 sal in girtiye hat astengkirin 2024-08-09 10:03:59     ENQERE - Înfaza Sermîn Demîrdag a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, cara 5'emîn hat şewitandin. Sermîn salek û nîv e bi hinceta “nebaş e” berdana wê tê astengkirin.   Sermîn Demîrdag a ku li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) dihat darizandin û di 13'ê Nîsana 1993'an de cezayê muebetê lê hat birîn, hema bêje sirgûnî hemû girtîgehên Tirkiyeyê hat kirin. Sermîn a ku herî dawî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê hat kirin, di 7'ê Adara 2023'an de cezayê xwe bi dawî kir. Sermîn a ku derxistin pêşberî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta "poşman nîne" înfaza wê hat şewitandin. Sermîn ku di 25'ê Gulana 2023'an de careke din derxistin pêşberî heyetê ji ber heman sedeman înfaza wê hate şewitandin, piştî ku di 17'ê Tebaxa 2023'an de careke din derxistin pêşberî heyetê ev pêvajo bi heman rengî qediya.   4 mehên dinê jî înfaza wê hat şewitandin   Înfaza Sermîn Demîrdag a 30 sal in li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê 5 caran hat şewitandin. Ji bo nirxandineke dinê dîrok wekî 23'yê Çileya 2025'an hat diyarkirin.