Nobeda li dijî qeyûman dewam dike: Berxwedana me wê zêde bibe 2024-08-08 22:32:53     STENBOL- Di çalakiya nobedê ya li dijî desteserkirina qeyûman a li Qada Şîşhaneyê de gel bertek nîşanî zextên li ser Kurdan dan û gotin, "Em bi têkoşîneke rêxistinkirî û hevpar dikarin faşîzmê hilweşînin."   Çalakiya nobedê ya ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve li Qada Şîşhane ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 56’an de berdewam dike. Gelek welatî, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên sazî û rêxistinan beşdarî nobedê bûn û roj bi roj hejmara wan zêde dibe. Welatiyên ketin qadê yek bi yek bi tîşortên "Qeyûm here" li xwe kirin.  Di çalakiyê de pankarta "Taksîm, Colemêrg ya me ye", "Bijî berxwedana Colemêrg", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Her der Colemêrg e, her der berxwedan e" hatin vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Em ê bi ser bikevin" hatin berzkirin.   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Navçeya Başakşehîrê Antîke Tarhan ku destpêkê li vir axivî, bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û wiha got: “Em ji vir û li vê herêmê bang dikin, Hûn çiqas zextê li gelê Kurd bikin, em ê jî hezar carî bersivê bidin." Antike, bal kişand ser zêdebûna binçavkirin û girtinên Kurdan û got, “Her roj ciwanên me digrin. Sedem ew e ku govendê digerînin. Em ê li her derê û li her qadê govenda xwe bigerînin."   'Her ku zext zêde bibin wê berxwedana me her tim zêde bibe'   Piştre Rêveberê DEM Partiyê Îbrahîm Ateş axivî û got, “Her ku zext zêde bibin wê berxwedana me her tim zêde bibe. Em dîsa li qadan, li van meydanan e. Em ji vir bang li hemû gelan dikin. Em tenê bi têkoşîna hevpar a rêxistinbûyî dikarin faşîzmê tine bikin. Werin em bi hev re vê faşîzmê tine bikin."   'Kurd pêkhateyên vî welatî ne'   Herî dawî endamê Meclîsa Partiyê ya berê ya DEM Partiyê Seyithan Kirmizî got: “Ji faşîzmê merhemet nayê xwestin, lê berxwedan tê kirin. Divê em gelê Kurd tenê li dijî têgihiştineke ku zimanê gelê Kurd jî tehemûl nake têbikoşin. Divê her kes vê baş bizanibe. Kurd gelekî hêja yê vî welatî ye."   Çalakî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.