Gelê Iraqê li dijî 'Zagona Statuya Takekesî' dadikevin kolanan 2024-08-08 18:18:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Koalîsyona 188 a ku ji aliyê gelek rêxistinên jinan, hêzên sivîl û aktîvîstan ve hatiye avakirin, ragihand ku ew ê li gelek bajarên Iraqê li dijî pêşnûmeya guhertina "Zagona Statuya Takekesî" dakevin qadan.   Hin fraksyonên şîe yên Iraqê herî dawî pêşnûmeqanûnek ji bo zagona takekesî pêşkêşî Parlamentoya Iraqê kiribûn ku rê li ber zewaca zarokan vekiribû û mafê xwedîtiyê ji dayikan standibû. Aktîvîst û pisporên hiqûqî diyar kirin ku guhertinên mijara gotinê mafên bingehîn ên jiyanê yên jin û zarokan binpê dike û wê rê li ber tundiyê veke. Koalîsyona 188'an a ji aliyê gelek rêxistinên jinan, hêzên sivîl û aktîvîstan ve hatiye avakirin, ragihand ku ew ê li dijî pêşnûmeya guhertina "Zagona Statuya Takekesî" li gelek bajarên Iraqê dakevin qadan.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê li Bexda, Besra, Kerkûk, Necef, Dîwaniye, Babil û Zikarê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.