Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-08-08 14:21:44     WAN - MKG û DFG’ê di 10’emîn salvegera Denîz Firat de li ser gora Denîzê ew bi bîr anîn û soza berfirehkirina têkoşîna xwe dan.   Denîz Firat a di 8’ê Tebaxa 2014’an de di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Wargeha Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ve 10'emîn salvegera wê de li ser gora xwe hate bibîranîn. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Rêveberiya Navçeya Ebexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên ku Xizmên xwe Di Dergûşa Şaristaniyê de winda kirine (MEBYA-DER), beşdarî merasîma bibîranînê ya li ser gora şehîdan a li navçeya Hangeyik (Xeçxatûn) bûn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Navçeya Ebexê û malbata Denîz Firat tevlî bûn.   'Em ê pênûsên wan li erdê nehêlin'   Endama MKG'ê Zelal Tûnç piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo kedkarên çapemeniya azad ên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane axivî, bi bîr xist ku Denîz Firat di êrîşa 8'ê Tebaxê ya li dijî Wargeha Mexmûrê de li eniyên şer şer kir. Zelalê gotina Denîz a “Ez ê bi kameraya xwe têbikoşim, tu here” di saetên herî germ ên êrîşê de bi bîr xist û got, “Weke xebatkarên çapemeniya azad em ê têkoşîna heval Denîz Firat bişopînin. Em pênûs û kamerayên wan li erdê nahêlin."   'Heta nefesa xwe ya dawî pênûsa xwe xwar nehişt'   Piştre Hevserokê MEBYADER’ê Yusuf Dundar axivî û got, “Em hevalên xwe yên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî silav dikin. Denîz Heval di jiyana xwe ya têkoşînê de di nava hevalên xwe de xwedî kesayeteke cihê ye. Heta nefesa xwe ya dawî pênûsa xwe xwar nehiştiye.   'Em ê têkoşîna wan mezin bikin'   Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Ebexê Pinar Demîr diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin û got, “Denîz Firat û hevalên wê yên têkoşînê; Weke Kurd, jin û kedkarên çapemeniya azad mîraseke mezin hiştin. Em ê têkoşîna wan li hemû saziyên ku em tê de ne bidomînin.   Bang li PDK’ê kir    Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Zuleyha Tunç êrîşa çeteyên DAIŞ'ê şermezar kir û bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re da. Zuleyha ji PDK'ê re bang kir: "Di zûtirîn demê de dev ji hevkariya qirêj berdin û dest ji kuştina xwişk û birayê xwe berdin."   Bîranîn bi qurnefîlên ku li ser gora Denîz Firat hatibûn danîn bi dawî bû.