Jinên Kerkûkê li dijî guhertina di yasaya kesî de, xwepêşandan li dar xistin 2024-08-08 13:51:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya danê nîvro çalakvan û rêxistinên mafên jinan ên li Kerkûkê li dijî guhertina yasaya kesî, li ber Komîsyona Bilind ya Mafên Mirovan xwepêşandan lidarxistin.   Hêzên Şîe yên li Parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo Yasaya Kesî pêşkeş kirin ku têde mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin ku ev jî zewaca zarokên 9 salî rewa dike. Hiqûqnas û çalakvan dibêjin, yasa mafên jin û zarokan binpê dike û dibe sedema parçebûn û zêdebûna tundiyê di civakê de.   Çalakvan û rêxistinên mafên jinan ên li Kerkûkê li dijî guhertina yasaya kesî ku wê bandorek nerênî li ser aramî û îstîqrara civakê bike, li ber Komîsyona Bilind ya Mafên Mirovan xwepêşandan lidarxistin.   Xwepêşanderan ragihandin ku li dijî vê guhertina di yasaya kesî de wê rawestin ku ev yek binpêkirina mafê hemû mirovan taybet mafê jin û zarokane.   Her wiha diyarkirin ku niha yasaya kesî bi şêweyî herî baş berdewam dike, lê guhertina wê li ser bingehên mezhebî wê bibe sedema jihevketina malbatan.   Herî dawî xwepêşanderan destnîşankirin ku ger ev guhertina di yasayê de bê qebûlkirin dê di pêşerojê de ti zewac di dadgehê de neyê tomarkirin û zewacên ‘mut’a û misyar’ dê zêdetir bibe û bibe sedema perçebûna civakê.