Azadiya aboriya jinê: Rola kooperatîfan 2024-08-08 09:02:31     WAN - Akademîsyen Selma Degîrmencî, diyar kir ku di van demên dawî de "kooperatîfên jinan" zêde bûne û diyar kir ku sedema vê yekê ew e ku jin xwe rehettir hîs dikin. Selma Değirmenci destnîşan kir ku pirsgirêka wekheviya mûçeyê ji bo xebata wekhev hê jî nehatiye çareserkirin.   Ji bo ku keda jinan diyar bibe li gelek cihan kooperatîf hatin avakirin. Jinên ku dixwazin aboriya xwe biafirînin di kooperatîfên ku tên de hem ruhê rêxistinbûnê û hem jî bihevrebûnê xurt dikin. Jin bi dîtina şeklê herî hêsan ê hevgirtina jinan, li dijî zext û şîdeta li malê ji hevûdu piştevaniyê werdigirin, cesareta axaftinê ji bo jiyana xwe jî pêş dixin.    Akademîsyen Nivîskar Selma Değirmencî li ser kooperatîfan û girîngiya kooperatîfan nirxandin kir.   Taybetmendiya kolektîfbûnê   Selmayê bal kişand ser taybetmendiya kolektîfbûnê û wiha got:"Bi taybetî jî li cihên ku kooperatîf lê belav bûne gelek kes bi gotina 'em bê patronan dixebitin' xwe zelaltir pênase dikin û vê yekê pir zelal dibêjin. Ew vê wekî rêyek kirina tiştekî kolektîf pêşkêş dikin. Ew jî modelek rêxistinî ye ku tê de dahata bidestxistî bi hev re tê parve kirin."   Li Tirkiyeyê cureyên hevpar ên kooperatîfan   Selmayê bal kişand ser cureyên kooperatîfên li Tirkiyeyê jî, diyar kir ku li Tirkiyeyê kooperatîfên çandiniyê û yên xizmetguzariyê hevpar in. Selmayê diyar kir ku di van her du koperatîfan de beşên hilberîn, firotin û belavkirinê hene û wiha got: “Kooperatîfên ji bo hin beşan jî dikarin bên avakirin, ji ber ku piştî diyarkirina kooperatîfê hûn dikarin guhertinan di xebatên wê de bikin. Bi rastî, modelek hevkariyê hema hema ji bo her qadê dikare were hilbijartin. Mînak li Tirkiyeyê kooperatîfên weşanê, kooperatîfên kompozîsyonê, kooperatîfên enerjiyê, çandinî, firotin û hilberînê hene. Em dikarin bibêjin ku li qadên cuda yên hilberînê cihên wekî kooperatîfan tên organîzekirin hene."   'Meyla kooperatîfên jinan zêde ye'   Selmayê diyar kir ku li Tirkiyeyê pênaseyeke bi navê "Kooperatîfa Jinê" heye û destnîşan kir ku ev modela kooperatîfê di sala 2012'an de hatiye qanûnîkirin. Selmayê bal kişand ser wê yekê ku ew neçarin li qadên xebatê yên ku ji aliyê kooperatîfên jinan ve tên dayîn xwe birêxistin bikin û kooperatîfeke jinan vekin û wiha got: “Bêguman jin dikarin li cihên din jî kooperatîfa IT’ê ava bikin. Gelek jin dikarin bên cem hev û ji bo armancên cuda kooperatîfan ava bikin û ev yek jî ne hewce ye ku jê re 'kooperatîfeke jinan' bê gotin. Bi giştî em dikarin behsa kooperatîfên jinan bikin ku di van demên dawîn de li Tirkiyeyê zêde bûne û jin xwe rehettir hîs dikin û dikarin baştir xwe bi rêxistin bikin. Di vir de teşwîq hene û em dikarin bibêjin ku meyla li ser kooperatîfên jinan ku bi hebûna di kooperatîfên jinan de pêk tên û têkiliyên wan bi hevdu nas dikin, zêdetir dibe. Lê ji bilî wê, bê guman, jin dikarin li herêmên xwe tevlî kooperatîfan bibin, lê di avakirina kooperatîfên nû de jî dikarin beşdarî gelek modelên nû bibin."   'Jin ji bo ewlehiya civakî dixwazin bi mûçeyên kêm bixebitin'   Selmayê da zanîn ji bo jinan peydakirina sermaye pir zehmet e û got ku ji ber vê yekê em dikarin behsa 'xizaniya jinan' bikin. Selmayê da zanîn ku ji ber ku jin ne xwedî sermayeya pere ne, ew hewl didin kooperatîfan ava bikin ku hêza xwe ya kedê tê de bi kar bînin û got, “Pirsgirêka gihandina krediyê ya jinan jî heye. Jin ne tenê ji bo çûnûhatinê di heman demê de ji bo wergirtina deyn jî dudil in. Ji ber ku ew bi fikar in ka dê di pêşerojê de karibin têra xwe dahatê bi dest bixin. Em dikarin bibêjin ku sedemeke din a ku jin diçin kooperatîfan bi rastî nebûna ewlehiya civakî ye. Gelek jin di berdêla ewlehiya civakî de, bi bihaya mûçeyên kêm jî, kar qebûl dikin. Ji bo ku di temen û jiyana xwe ya mezin de ewlehiya xwe ya civakî pêk bîne van şertan qebûl dike. Jixwe jin ji bo kar bikin û bigihêjin îstîhdamê divê gelek şert û mercan ji holê rakin an jî bi cih bînin. Mînak lênêrîna zarokan, paqijiya malê, têkiliyên civakî yên din, têkiliyên bi hevjîna xwe re ger zewicî be, bi malbata xwe re bijî, bi razîbûna wan dikare bikeve qada xebatê. "   'Pirsgirêka mûçeya wekhev a ji bo karê wekhev hê jî nehatiye çareserkirin'   Selmayê da zanîn ku yek ji pirsgirêkên herî krîtîk ên jinan bidestxistina serxwebûna xwe ya aborî ye û wiha pê de çû: “Em di çi şert û mercî de vê bikin jî, ev mijara me ya sereke ye. Ger jin xwedî hatineke ku hêza xwe ya aborî di jiyana xwe de bidomîne û biguherîne, wê di biryaran de, îradeya xwe û ya ku dixwazin bikin, pir azadtir bin. Em behsa rêjeya îstîhdamê ya ji sedî 30 li Tirkiyeyê dikin. Em dizanin ku ji sedî 70 wan an di şert û mercên xebatê yên nefermî de yan jî di keda malê de bê heqdest dixebitin û ev rêjeyeke gelek bilind e. Ev di rastiyê de tê wateya ku di aliyê aborî de bi kesekî ve girêdayî ye û girêdayîbûna aborî jinan di gelek waran de girêdayî dike. Heger mafê xebatê hebe, perwerde dikare bi dest bixe, tenduristî dikare were bidestxistin, mafê pirsê derdikeve holê, ango şertên herî girîng ji bo bidestxistina mafên mirovan mafê jiyan û xebatê ye. Pirsgirêka herî bingehîn a jinan mûçeya wekhev a ji bo xebata wekhev e û ev pirsgirêk hîna jî nehatiye çareserkirin."   'Divê em alîgir bin ku em dikarin çi bikin'   Selmayê diyar kir ku jin gelek berpirsyarî digirin ser xwe û wiha got: “Em behsa şikandina pîvanên kevneşopî dikin ku bi salan em pê mezin bûne, lê em heta 18-20 saliya xwe bi wan pîvanan mezin bûne. Şikandina wan norman ne ewqas hêsan e. Ez ne li gel wê me ku em jinan ji ber ku nikarin van tiştan bikin an jî ji ber ku şert û mercên van karan nînin bên marjînalîzekirin. Ev pêvajoyek pir dijwar e û bi rastî hewce ye ku em li qadekê bin ku em karibin bibînin ka em çi dixwazin an tewra awayê ku em hewl didin ku tiştek bikin û wekî jin, hewcedariya me bi femînîzmek berfirehtir heye ji cîhek ku şert û mercan dibîne. Ji ber vê yekê femînîzm ji bo her kesî ye."