ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-08 09:00:00     *Rojnameger Qeder Kar û Nûpelda Denîz derbarê salvegera rojnameger Denîz Firat de anîn ziman ku Denîz Firat dîroka berxwedanê li dû xwe hiştiye û wiha gotin” Dema mirov qala Şehîd Denîz Firat bike bê guman mirov nikare wiha bi çend gotinan, bi çend hevokan bîne ziman. Denîz Firat jiyana xwe di nava têkoşîn, berxwedan û kedeke mezin de derbas kiriye.” DÎMEN HEYE   *Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo sê mijaran heta Tîrmeha 2025’an dem daye Tirkiyeyê. Gavên pêkhatinê yên ji bo dîtina malbat û parêzeran a li Îmraliyê weke rakirina qanûnên Rewşa Awarte ku bûye pîvan û li dijî tundiya li ser jinê avêtina gavan bi nav kir. DÎMEN HEYE   *Akademîsyen Selma Degîrmencî, diyar kir ku di van demên dawî de "kooperatîfên jinan" zêde bûne û diyar kir ku sedema vê yekê ew e ku jin xwe rehettir hîs dikin. Selma Değirmenci destnîşan kir ku pirsgirêka wekheviya mûçeyê ji bo xebata wekhev hê jî nehatiye çareserkirin. DÎMEN HEYE   *Endamên Xeta Jinê diyar kirin ku ew ê bi dirûşmeyên xwe bersivê bidin qirkirina çandî û diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşan xweparastinê pêk bînin û peyam dan ku ew ê li derdora Xeta Jinê ruhê berxwedanê geş bikin. DÎMEN HEYE