Li navçeya Dara Hênê agir bi daristanê ket 2024-08-08 08:18:39     ÇEWLÎG - Li navçeya Dara Hênê agir bi daristanê ket. Mudaxaleya ekîbên agir a li hemberî şewatê dewam dike.   Li navçeya Dara Hênê ya Çewligê ji ber sedemeke ku nayê zanîn agir bi daristanê ket. Mudaxaleya ekîbên agir a li hemberî şewatê dewam dike.    Şewata li daristana gundê Çamlıyurtê ya navçeya Dara Hênê danê êvarê derket. Şewata ku ji ber sedemeke nediyar derket, ji ber bandora bayê di demeke kin de mezin bû. Piştî daxuyaniyê Midûriyeta Rêveberiya Daristanan, Îdareya Taybet a Parêzgehê, îtfaiye, cendirme û ekîbên AFAD'ê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.