Nobeta li dijî qeyûm: Kurd serê xwe natewînin 2024-08-07 22:50:34     STENBOL - Di çalakiya nobedê ya li Qada Şîşhane ya li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê de, bi gotina "Kurdan ti carî serî li ber van polîtîkayên qirêj netewandin û serî natewînin" peyama li dijî qeyûman hat dayîn.   Çalakiya nobedê ya ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve li Qada Şîşhane ya Beyoglû ya Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 55’an de berdewam dike. Tevî welatiyên ku roj bi roj zêdetir tên cem hev, rêveberên partiyên siyasî, gelek sendîka, sazî û nûnerên rêxistinan jî piştgirî dan çalakiyê. Welatiyên ketin qadê yek bi yek bi tîşortên "Kayîm derkeve" cihê xwe girtin.Her wiha di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Her der Colemêrg,e." Berxwedan”, “Jin jiyan azadî”, “Em ê nebiterikînin em ê bimînin” hatin berzkirin.   'Rojekê ew ê efûyê ji Kurdan bixwazin!'   Hevserokê Navçeya Esenlerê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Onal diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê 22 sal in bi pêkanînên dijdemokratîk dixwaze gelê Kurd bitirsîne û got, “Kurd ti carî serî natewînin. Ev 22 sal in ev desthilatdariya antîdemokratîk, li dijî mafên mirovan e û nasnameya Kurdan paşguh kiriye. Wê roj were ew ê ji kurdan efûyê bixwazin."   Girîngiya berdewamkirina têkoşînê ya li her qadê!   Hevserokê navçeya Çatalca ya DEM Partiyê Nîhat Bozkuş destnîşan kir ku gelê Kurd bi salan berdêlên mezin dane û jin û ciwan pêşengiya vê têkoşînê dikin. Nîhat got, “Ew ê mîrateya têkoşînê bistînin. Têkoşîna li dijî kesên ku çand û zimanê me qedexe dikin gelekî girîng e. Em tiştekî cuda naxwazin. Ji her derê êrîşî gelê Kurd dikin. Ji ber vê yekê divê em li her qadê têkoşînê bikin."   'Zimanê mirov welatê wî ye'   Hevseroka Navçeya Bakirkoyê ya DEM Partiyê Dîcle Uşî got: “Em hikûmeta ku cil û bergên gelê Kurd qebûl nake, nas nakin. Ji ber ku winda kirine êrîşî me dikin, ji ber vê jî ewqas êrîşî me dikin. Zimanê mirov welatê wî ye. Em tu carî serî li ber we natewînin.”   Çalakî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.