Şeniyên Mexmûrê li dijî biryara girtina sê partiyan meşiyan 2024-08-07 20:50:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Şeniyên Wargeha Mexmûrê, biryara hikûmeta Iraqê ya girtina sê partiyan bi meşekî girseyî şermezar kirin û bang li hikûmeta Iraqê kirin ku dev ji biryara xwe berde.   Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê, biryara girtina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da.   Şeniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî girseyî biryara Iraqê ya girtina sê partiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê şermezar kirin. Meş bi pêşengtiya Meclîsa Îştar ve bi tevlîbûna gelê wargehê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir, heta ber deriyê parqa Şehîd Aryen dom kir. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Dilşîn Kara ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Li hemberî pergala netew-dewlet yekane rêya xilasiya jiyan û hebûnê, pergala Netewa Demokratîk e. Di cîhana ku hebûna netew-dewletan qasî ya mêrûyan têde zêdebuyî de, li hemberî hemû nirx û pîvanên jiyana birûmet û xwezayê, êrîşên qirkirinên bê navber hem fiziki hem jî çandî tên meşandin. Taybet Netew Dewletên di Rojhilata Navîn de bi destê hêzên hegemon hatin avakirin, bûne destik û duvikên navenda aqlê desthilatdariye. Cihê ku nekarîne raste rast hebûna xwe lê bidin avakirin, berdevkên xwe bi rêya dewletê dane avakirin. Li wir bi cih kirine û hemû kiryar û daxwazên xwe bi ser wan re didin pêkanîn. Di vê çarçoveyê de li kuderê çiruska serhildan û têkoşîna li hemberî vê pergala desthilatar pêbikeve, bi hemû hêz û endamên xwe ve êrîş dike. Ji bo tunekirina wê bi hezar û yek rêzik û bendên qanunî ku li gorî berjewendiyên xwe dane avakirin, dixin dewrê.   Di dirêjiya dîrokê de li hember vê pergala desthilatdar di kesayeta zanyar, rewşenbîr, hunermend, hêzên demokrat, bawerî, îdeolojî, rêxistin û gelên cuda tekoşîna demokrasî û wekheviyê hatiye dayîn, ev hemû tevgerên wijdanî û exlaqîne. Weke berdewamiya van tevgeran, Tevgera Azadiya Kurdistanê di bin pêşengiya Rêber Apo de li ser paradigmaya Civaka Demokratik, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê rêya çareseriya ji bo qeyran û kaosên li Rojhilata Navîn û Cîhanê danî holê. Li ser vê yekê giringî ji bo hêzê nehat dayîn, esas ji bo bi hevrebûna gelan, cîran, netewan, parastina çand û exlaqê giringî hat dayîn. Ji bo vê ji bi fikra pergala Netewa Demokratik rêxistinbûn hate esas girtin. Di vê pergala bihevrebûna hişmendiya hevpar de, herkesê vê hişmendiyê bi pejirîne û bi ecibîne dikare bibe endam. Xwe û civaka xwe li ser wê bi rêxistin bike. Ev weke fikra bingehîn ya vê tevgerê hate rûniştandin. Li ser vê fikrê li Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê ev pergal li ser bingehê bi hevrebûna pir rengî, pir bawerî û pir çandiyê hate avakirin. Di vê pergalê de rêz ji hemû bawerî, çand û zimanan re heye û di ber parastina wan de berpirsyare. Di heman demê de tê xwestin ku yê beramber jî heman rêzdarî û xweşbiniyê nişan bide.   ‘Dewleta Tirk û Mala Barzanî operasyonê qirkirinê dane despêkirin’   Li Şengalê hat dîtin ku netew-dewlet dikuje, Netewa Demokratik dide jiyankirin û pêş dixe. Şengala ku piştî fermana 74'an a di sala 2014 an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatî pêkanîn bi avakirina pergala xweser ya xwe dispêre xwe rêveberî û parastina cewherî karî pêşî li êrîşên piştre pêk hatîn bigre, xwe rêve bibe û aboriya xwe bi destbixe. Li ser vê bi pergala xweseriya demokratik wekegel xwe birêxistin kiriye. Dewleta Tirk ya dagirker û Mala Barzan ya îxanetkar ji bo dagirkirina Şengal û herêma Kurdistanê pêre jî xaka Iraqê operasyonê dagirkirin û qirkirinê dane despêkirin, li ser vê ji zextan li ser hikûmeta Iraqê dike ku herêmên xweserî avakirine dorpêç bike û ji bo dagirkeriyê rêveke.   ‘Bila demil dest biryara girtina partiyan were rawestandin’   Li ser van zextan û heta astekê jî li hevkirinan, Encumena Bilind û Dadweriya Iraqê biryara girtina Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Demokrtatik ya Êzidiyan û Partiya Eniya Tekoşîna Demokrasiyê da. Ev biryar dijberiya demokrasî û xwe rêveberiya gelane. Bi pêkanîna vê biryarê hikûmeta Iraqê wê derbe li yekgirtina gelan ya li Iraqê de bide û ev wê bibe xeletiyek dîrokî. Em baş dizanin ku gelê Iraqê û zagonên wê di aliyê civakî û netewî de xwedî rêzdariyekî demokratike. Bi vê bendewariyê em dibêjin demil dest bila bîryara giritina van partiyan were rawestandin. Iraq nekeve nav polîtîkayên dijminahiya gelan û demokrasiye. Di 10’emîn salvegera fermana Şengalê de dayîna vê biryarê ji gumanên cuda bi me re avakir.   Em weke gelê Wargeha Mexmûrê bang li gel û hikûmeta Iraqê dikin ku dest nedin xweseriya Şengalê. Ji bo bi hêzkirina wê bibin alikar û nebin hevalbendên dewleta Tirk ya dagirker. Ger dixwazin rexnedayîna xwe ya li hemberî bêdengmayîna fermana 74’an bidin, pêwiste vê bi pratîkkirina rawestandina vê biryarê bidin. Vegera zů ji şaşitiyê dikare derfeteke nû ji bo bihevrebûnê avabike.”   Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bimre Îxanet’ bi dawî bû.