Çalakiya rûniştinê ya li Frankfurtê dewam kir 2024-08-07 20:36:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam kir. Çalakiya rûniştinê ku li bajarê Frankfurtê ji aliyê FCDK-KAWA ve ji bo 3 rojan hate destpêkirin, di roja duyemîn de dewam kir. Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşan kirin ku gelê Kurd heta ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk neyê, çalakiyên xwe bidomînin û wiha hate gotin: “Ji ber ku tecrîda li ser Rêbertiyê ne tenê li zîndana Îmraliyê dewam dike. Cezayê darvekirinê ku îro li zîndanên Îranê li aktivîstên jin ên Kurd hatiye dayîn û operasyonên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê parçeyek ji tecrîdê ye.” Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.