Cezayê dîsîplînê li girtiyên li Şakranê hat birîn 2024-08-07 08:34:55     ÎZMÎR - Hemû girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê, ji ber ku li gel stran û sirûdên Kurdî govend gerandin, bi hinceta ‘xerakirina nîzama giştî’ hatin cezakirin. Di nava girtiyan de nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay jî heye ku nikare govendê bigerîne jî heye.    Li Girtîgeha Jinan a Şakranê, di 19'ê Tîrmehê de, ji aliyê Serokatiya Lijneya Disîplînê ya girtîgehê ve ku hin girtiyan bi stran û tilîliyên Kurdî govend gerandin, bi hinceta ku 'rêgeza giştî xera kirine' mehek ceza li hemû girtiyan hate birîn.    Li Berna Çelîk, Makbule Sûnger, Esma Başkale, Fîgen Şahîn û Medîne Orhan mehek cezayê qedexeya hevdîtinê hat dayîn. Di nav kesên ku hatine cezakirin de nexweşa pençeşêrê ya 59 salî Fatma Ozbay jî heye ku nikare govendê bigerîne.   Girtiyan derbarê lêpirsîna ku hatiye vekirin de parastina xwe kirin. Ji deha zêdetir girtiyan jî cezayê muebbetê xwarine û tehliyeya wan jî nêz bûye.