ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-06 09:00:00     *Dema ku TJA û Meclîsa Jinan a DBP'ê li ser polîtîkayên şerê taybet komxebatan li dar dixin, jinên ku ji nêz ve şahidên şerê taybet in di atolyeyan de bi vegotina tiştên ku hatine û dîtine rastiya xwe careke din radigihînin. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku ew ê atolyeyên ku detayên balkêş derketine holê ragihînin. DÎMEN HEYE   *Endama Komîsyona Jinan a Sendîkaya Metal a Yekbûyî Naz Şakar, bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina statuyeke wekhev a li kargehan û ji bo vê jî bal kişand ser rêxistinbûna sendîkayan. DÎMEN HEYE   *Di meha tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û 2 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. ÇETELEYA TUNDIYÊ