Cenazeyên YJA STAR'yan hatin definkirin 2024-08-05 20:28:21   ŞIRNEX/AMED – Cenazeyên endamên YJA STAR’ê Bişeng Dûrmûş û Semra Ayverdî yên di şer de li herekolê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan ve hatın wergirtin û hatin definkirin.   Endama YJA STAR'ê Bişeng Dûrmûş (Destîna Botan) a ku di pevçûn û bomberdûmana 25'ê Tîrmehê de li herêma Herekol a navçeya Berwarî ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da, li gundê Nêwavî yê Silopiyayê hat definkirin. Malbata Bişeng piştî DNA'yê keça xwe li morga Nexweşxaneya Sêrtê wergirtin û li gund defin kirin. Gelek welatî jî beşdarî merasîma defînê bûn.   Taziyeya Durmuş piştî agahî ji malbatê re hatibû li gund hatibû dayin.   Amed   Cenazeyê Semra Ayverdî ya (Benda Amed) a li heman herêmê jiyana xwe ji dest da jî, ji aliyê malbatê ve ji Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê ve hat wergirtin. Malbatê cenaze anî navçeya Bismil a Amedê.  Malbatê cenazeyê Ayverdiyê anî goristana li Taxa Seyrantepeyê. Rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên navçeyê, endamên Nûnertiya Bismilê ya MEBYA-DER beşdarî measîma cenaze bûn.   Cenazeyê Semra piştî wecîbeyên olî hat definkirin.