'Rêberê me berdin' 2024-08-05 13:54:42     Mîdye Miqted   HELEB - Ji bo zanîna rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a tendirustiyê daxuyani ji aliyê Komîteya Tendirustiyê ya bajarê Helebê hat dayin. Ji Rêveberiya Komîteya Tendirustiyê ya Kongra Star a Helebê Şîraz Silêman got:" Rêberê me ji bo pêkanîna mirovahiyê li tevahî cîhanê têkoşiya. Çima biryarên ne mirovî derheqê wî de tê dayin?"   Zêdetirî 39 meh in der barê rewşa tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nayê zanîn û rayedarên tirk cezayên dîsîplînê yên nû li ser Abdullah Ocalan dimeşînin. Derbarê vê mijarê de Komîteya Tendirustiyê ya Kongra Star a bajarê Helebê bi armanca protestokirina van kiryaran daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir a ku dikeve taxa Xerbî ji aliyê Rêveberiya Komîteya Tendirustiyê ya Kongra Star Nisrîn Mihemed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de ji Rêveberiya Komîteya Tendirustî ya bajarê Helebê Şîraz Silêman axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha got:" Em hêvîdar in ku saziyên tenduristiyê yên cîhanê bikevin nava liv û tevgerê û di derbarê rewşa Rêbertiyê de erka xwe pêk bînin."   'Em xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî bi rêxistin dikin'   Şîraz Silêman di destpêka axaftina xwe de nerazîbûna xwe nîşan da û wiha pê de çû:"Ev demek dirêj e ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan tu agahî jê nayê girtin. Tevî ku 26 sal in ji dinyayê hatiye tecrîdkirin û di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin lê em weke gelê kurd bi taybet jin ên ku me xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin kirî bi hemû awayan hewldana azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin û em weke jinên taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê daxwaza zanîna agahiyek li ser Rêberê xwe dikin. Îro çawa ku azadiya Rêberê me bi azadiya me ve girêdayî ye her wiha tendirustiya Rêbertî bi tendirustiya me ve girêdayî ye."   'Divê xwedî li Rêberê me derkevin'   Di axaftina xwe ya ber bi dawiyê ve Şîrazê banga tevahî meclisên tendirustî û rêxistinên mirovî kir ku xwedî li Abdullah Ocalan derkevin û wiha got:"Banga me ji bo tevahî rêxistinên mafê mirovan û hemû meclis û rêxistinên tendirustiya cîhanî heye ku derbarê rewşa Rêbertî de bi erka xwe rabin û xwedî lê derkevin û rewşa Rêbertî bizanibin. Bila Rêberê me berdin."   Her wiha di dawiyê de Şîrazê da zanîn ku Abdullah Ocalan di felsefeya xwe de banga mirovbûna cîhanî dike lê belê îro zagonên derveyî rêzên mirovî derheqê wî de tên dayin, divê dawî li van zagonên ne rast ên ku derheqê Rêberê me de tên kirin were.