Girtiya nexweş nayê tedawîkirin 2024-08-05 10:05:27     AGIRÎ - Hevşaredara Bazîdê ya berê Delal Tekdemîr ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ye û protez di her du çongên wê de ne, nayê dermankirin.    Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hevşaredara Bazîd a Agiriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Delal Tekdemîr tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî nayê tedawîkirin. Delal, di 5'ê sibata 2017'an de hate girtin û bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hate birîn. Di sala 2018'an de tehliye bû û piştî Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî, di sala 2022'yan de dîsa hate girtin. Delal, niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Beriya bikeve girtîgehê emeliyat bûbû û protez xistibûn çongên wê. Lewma êşên giran dijî.    Delalê nêzî du sal û nîvan di Girtîgeha Wanê de ma. Protez di her du çongên wê de hene. Her wiha guatr pê re heye û bêhna wê diçikê. Piştî nexweşînên wê giran bûn hat berdan. Lê di sala 2021'ê de cezayê wê li Dadgeha Bilind hat erêkirin û li Stenbolê hate girtin. Li girtîgehê nayê dermankirin. Li girtîgehê gelek girtiyên pençeşêr li wan peyda bûne hene û çendî raporên wan hene jî nayên berdan.