Komkujiya Şengalê li Mêrsînê hat şermezarkirin 2024-08-04 20:52:00   MÊRSÎN - Di daxuyaniya bi boneya 10’emîn salvegera komkujiya bi destê DAIŞ’ê li êzdiyan hatiye kirin de wiha hat gotin: “Em berxwedana jinên ezdî ya ku ji bo hemû jinên cîhanê bûye mînak silav dikin.”   Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mersînê bi boneya 10 salvegera komkujiya êzdiyan a bi destê DAIŞ’ê hatiye kirin, li pêşiya avahiyê DEM Partiya Mêrsînê daxuyniya çepemeniyê li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Hevserokên DEM Partiyên yên navend û navçeyan û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Me komkujiya êzdiyan û qirkirina jinan ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” hate vekirin  û gelek caran dirûşma “Jin jiyan azadî”  hate berzkirin.   ‘Jin îro jî li berxwe didin’   Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriya Kûş komkujiyê şermezar kir û bi bîr xist ku desthilatên hêzên mêtinger 74 caran komkujî li gelê êzdî kirin û wiha got: “Jinên êzdî tevî hemû fermanan dest ji bawerî, ol û çanda xwe bernedan. Jinên êzdî tevî vê yekê jî li dijî polîtîkayên komkujî û qirkiirna jinan îro jî li Şengalê li ber xwe didin, parastina xwe ya cewherî pêk tînin û li dijî êrişan li ber xwe didin.   ‘Komkujiyê dubare dikin’   Bedriya da zanîn ku êrişên li ser Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê tên meşandin bi destên heman hêzan ve tên organîzekirin. Kûş diyar kir ku bi van êrişan, têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn xurt dibe û statuya gelê kurd bi dest xistiye hedef tê girtin û wiha pê de çû: “Em destnîşan dikin ku ji bo qirkirina cinsî ya li dijî jinan dubare nebe, divê têkoşîn were xurtkirin. Em banga xwe ya ‘Bila Roja 3’yê Tîrmehê bibe roja têkoşîna navneteweyî ya li dijî qirkirina jinan û komkujiyê’ dubare dikin. Em bi baweriya xwe ya têkoşîna jinan ve, jinên êzdî yên ku li qûntara çiyayên Şengalê pêşengiya azadî, wekhevî û jiyana kolektîf dikin û ji hemû jinên cîhanê re dibe mînak, silav dikin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.