Hejmara 75’emîn a Kovara Jin derket 2024-08-04 11:12:02     STENBOL - Hejmara 75’emîn a Kovara Jin bi berga “Etîk û estetîka berxwedana jinê afirandî” derket pêşberî xwendevanên xwe.   Kovara Jin ku her roja yekşemê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe hejmara 75’emîn a vê hefteyê bi berga “Etîk û estetîka berxwedana jinê afirandî” derket. Di vê hejmarê de kovarê bal kişand ser berxwedana jinan a li seranserî cîhanê.    Nivîsên di hejmara nû de cih girtin wiha ne:   * Estetîka berxwedanê / Aylîn Karakaş   * Du cîhan, du ziman û estetîka berxwedanê / Oya Açan   * Karektera sereke ya şer: Berxwedan / Saliha Aras   * Ên berê xwe didin tavê û dûayan dikin / Aysel Avesta   * Kapîtalîzm û bandora wê ya li ser jinan / Pooja Bhattacharjee/ Werger