'Wê govenda azadiyê her bigere' 2024-08-04 09:45:59     HELEB - Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê girtina endamên çandê yên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.   Li Bakurê Kurdistanê bi taybet piştî serketina DEM Parti ye ji aliyê dewleta tirk kiryar û karên derveyî rez û sincê tê berdewamkirin yek ji wan girtin û binçanv kirina rojnemevan, rewşenbîr, sîyasetmedar û ya herî dawî girtina endamên çand û hunerê yên ku govenda kurdî digerandin û bi wê hincetê hatin girtin. Derbarê vê mjarê de Çand û Hunera Cemîl Horo û Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya navanda Çandê a ku dikeve taxa Eşrefiyê ji aliyê Endama Çand û Hunerê Nezîre Reşîd ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de nerazîbûn derheqê girtin û binçavkirina endamên çandê de hat nîşandan.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   Li gorî ewqas sal li ser qirkirin û tunekirina çanda kurdan tê meşandin lê çanda herî kevnar mayinde bûye çanda gelê kurd e. Weke tê zanîn ji destpêka avabûna civakbûyina mirov pir bi zehmetiyan ew civak xwe di asta civakbûyînê de berdewam kir gelek berxwedanî hat kirin û heya roja me ya îro parastina vê çandê tê kirin lê di vir de em dikarin bidin xuyakirin ku qirkirina çandî ji qirkirina fîzîkî xetertir e, ji bo vê yekê dewleta tirk a dagirker hertim dixwaze bandora xwe li ser çanda me bike ev yek jî ji milê stran govend û h.w.d.   Ji destpêka dîrokê de gelek êrîş bi ser çanda me de hatiye û heya roja me ya îro tê dewamkirin yek ji van êrîşan ya herî dawî jî ya ku li bakurê Kurdistanê hatiye qewimandin gelek hevalên me hatine dîlgirtin. Şerekî bi giştî bi hişmendiya qirkirinê tê meşandin.   Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina li ser esasa çand û hunera kurdî hat dayîn û wiha hat gotin: Em weke Tevgera Çand û hunerê û Hîlala Zêrîn ya bajarê Helebê banga xwe ji hemû rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên zagonî dikin ku bi rola û erka xwe ya li dijî van kiryaran rabin û tu car em nahêlin çanda dayikê çanda kurdî were helandin û tunekirin. Wê govenda azadiyê her bigere."   Di dawiya daxuyaniyê de govenda azadiyê hat gerandin.