ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-04 09:00:00     *Aysel Pûlat a ku bi firotina berhemên ku bi destan çêdike hewl dide alîkariyê bide aboriya malê got, "Em malbateke 5 kesî ne û dahata ku ez ji karê xwe distînim têra pêdiviyên me nake." DÎMEN HEYE   *Parêzera ÇHD'ê Hatîce Aslan Atabay, der barê polîtîkayên bêcezakirinê yên qetlîamên jinan, helwestên kiryaran ên di pêvajoyên dadgehan de û biryarên dadgehê de axivî û diyar kir ku haya kiryar ji polîtîkayên bêcezakirinê heye û ji bo parastinê ti hewldaneke samîmî nîne.    *Hêvîdar Şingalî di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de 7 salî bû û şahîdî ji gelek hovîtiyên DAIŞ’ê re kir. Hêvîdar ku niha li ser şopa şehîd Nûjiyan Erhan dimeşe, diyar kir ku ew ê bi penûs û kameraya xwe nehêle fermana 75'an were serê jin û civaka êzidî. DÎMEN HEYE   *Mala Êzdiyên Helebê bi dirûşmeya " Di salvegera 10'emîn a komkujiya Şengalê de em xwedî biryar in di pêkanîna neteweya demokratîk de"panêl li dar xist û komkujiya 3'yê Tebaxê bi bîr anîn. Jinên tevli panelê bûn nêrînên xwe anîn ziman û daxwaz kirin ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn. DÎMEN HEYE