Jinên êzidî xwest hesap ji berpirsên komkujiyê bê pirsîn 2024-08-03 13:05:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê bi daxuyaniyekê banga "Hesab ji berpirsên komkujiya li Şengalê bipirsin" kir.   Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê bi wesîleya salvegera 10’an a komkujiya li Şengalê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê û endamên Kongra Star li ber Komîngeha Şehîd Seqir û Ferhad a li taxa Eşrefiyê hat xwendin. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê Sozdar Cuma û Sîdar Derwîş ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de komkujiya 10 sal berê ya li Şengalê wek komkujiya herî hovane di sedsala 21’an de hat binavkirin û wiha hat domandin: "Çeteyên DAIŞ’ê komkujî pêk anîn, jin revandin, li bazaran kirîn û firotin û tecawiz lê kirin. Ev sûcên ku xaleke reş li eniya mirovahiyê ye şopeke xirab li dirûniya jinan hiştiye."   Di daxuyaniyê de berxwedana YPG, YPJ û gerîlayên azadiya ya rizgarkirina Şengalê hat bibîrxistin û hate gotin: "Fedakariyên YPG, YPJ, gerîlayên HPG û YJA-Starê li pêşiya komkujiyên zêdetir girtin û zemîna avakirina YBŞ û YJŞ’ê danî."   Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji bo berpirsên komkujiya li Şengalê lêpirsîneke navneteweyî were vekirin û hesap bê pirsîn.   Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê" hatin berzkirin.