Li Şengalê jiyan sekinî! 2024-08-03 12:26:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya rêzgirtina li şehîd û qurbaniyên jenosîda 3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê, li tevaniya parêzgehên Iraqê ji bo deqeyekê jiyan rawestiya. Her wiha li parêzgeha Silêmaniyê piraniya rê û trafîkê hate rawestandin û welatî û şofêr deqeyekê bêdeng rawestiyan.   Beriya 10 salan di 3’ê Tebaxa 2014’an de wek îro, çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê komkujiyek hovane pêkanîn û bi hezaran kes qetilkirin û revandin. Ev roj wek Fermana 74’an a li ser Êzidiyan kete dîrokê.   Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ferman da rêveberî û fermangehên hikûmetê ku daxwaz ji niştecihên Iraqê bikin, îro ji bo rêzgirtina li jenosîda Êzidiyan deqeyekê hatinçûn û karên xwe rawestînin.   Li ser vê yekê parêzgeha Silêmaniyê jî di nav de li gelek parêzgehan bi boneya rêzgirtina li şehîd û qurbaniyên jenosîda Şengalê deqeyek rêz hate girtin. Welatî û şofêrên Silêmaniyê deqeyekê bêdeng rawesatiyan.