Li Herêmê, di meha Tîrmehê de kuştin û xwekuştina jinan dewam kir 2024-08-03 12:11:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha Tîrmehê de li cihên cuda yên Herêma Kurdistanê 3 jin hatin qetilkirin û 6 jinên din jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.   Li gorî bîlançoyan di meha Tîrmehê de li cihên cuda yên Herêma Kurdistanê 3 jin ji aliyê hevser yan bira yan jî ji aliyê bavê xwe ve hatine qetilkirin û 6 jinên din jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.   Her wiha li gorî bîlançoyên ne fermî ku me berhevkirî, di nava meha Tîrmehê de 2 jin ji aliyê birayê xwe ve hatine qetilkirin û jinek jî ji aliyê kesek ne ji malbata wê ve hatiye qetilkirin.   Hêjayî gotinêye ku di nava 7 mehên destpêkê yên sala 2024’an de 39 jin hatine qetilkirin yan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.